Gulpî: Dirêjkirina serokatiya herêmê ne qanûniye
Gulpî: Dirêjkirina serokatiya herêmê ne qanûniye
Gulpî: Dirêjkirina serokatiya herêmê ne qanûniye
Dr. Faîk Mihemed Gulpî di derbarê dem dirêj kirina Serokatiya Herêma Kurdistanê ji bo 2 sal din û 2 heyv paşxistina hilbijartinên Parlementoya Herêma Başûrê Kurdistanê de şevê din daxuyanî da û destnişan kir ku, parlementoyê dîsan mafê gel binpêkir.
Dr. Faîk Mihemed Gulpî di derbarê dem dirêjkirina Serokatiya Herêma Başûrê Kurdistanê û paşxistina hilbijartinên parlementoyê de şevê din li ser hesaba xwe ya Facebookê daxuyanek bilav kir û di daxuyaniya xwe de balê dikişîne li ser rewşa desthildariyê û da diyar kirin ku, Ew tişta ku duh li parlementoyê pêk hatî, ne zagonî bû, dîsan her du listeyên Partiya Demokratî Kurdistan (PDK) û Yeketî Niştîmanî Kurdistanê (YNK) mafê xelkê Kurdistanê binpêkirin û dijî kar û pîvanên hundirîn ên parlemanê bûn. Li gorî belgeyan temenê Serokatiya Herêman Başûrê Kurdistanê 2 sal din dirêj kirin û temenê parlemanê ji 2 heyv dirêj kirin.
Her wiha Gulpî ev helwesta ne demokratîka ne nirxan û got: “Helwestekî ne demokrasî ya ne ye. Karekî ne qanûnî ye ku 2 partiyên gendel û desthiladar perest bi salane dijî mafê demokrasî û netewa gelê Kurd ji bo têrkirina derûniya nexweşiya xwe bi rêve dibin.”
Di dawiyê de ji Gulpî li ser siyaseta her dû partiyên desthiladarên Hêrama Başûrê Kurdistanê got: “Her dû partî yên desrhiladar li ser vê cûre siyasetê desthiladare. Çarenûsa wan li çarenûsa desthiladariya dîkdatorên derdor nêzik dike. Gelê Kurd li mafî wan dûr dixe.”