Gulmen û Ozakça tevlî rûniştina dadgehê nayên kirin

Di rûniştina doza Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça de, ku bi rengekî girtî tên darizandin, li ser daxwaza jendermeyan Gulmen û Ozakça tevlî rûniştinê nayên kirin.

Hîndekar Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça, ku bi biryarnameyên rejîma AKP'ê ji kar hatin derxistin û ji bo li karê xwe vegerin dest bi girêva birçîbûnê kirin, ev 190 roj in di girêvê de ne.

Rûniştina destpêkê ya doza li hemberî Gulmen û Ozakça hatiye vekirin jî, wê li 19. Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê pêk were.

Tevî ku Gulmen û Ozakça dixwazin tevlî rûniştina dozê bibin jî, wê tevlî rûniştinê neyên kirin.

Tê gotin, ev biryar li ser daxwaza jendermeyan ku duh êvarê serlêdan kiribûn, ji aliyê dadgehê ve hatiye girtin.