Gulen dixwaze çalakgerên Parqa Gezî ‘islah’ bike

Gulen dixwaze çalakgerên Parqa Gezî ‘islah’ bike

Fetullah Gulen ku li Tirkiyeyê hevkarê desthilatdariyê tê dîtin, der barê çalakiyên Parqa Gezî de beyî ku nav bide Erdogan rexne kir û got: “Tiştên wisa biçûk nebînin. Dema agir biçûke, vemirînin.” Gulen bi gotinên xwe xwest ji îslakirina ciwanan dest bi kar bike û xwest ku ‘mêjiyê wan di ber destan bê derbaskirin.’

Di daxuyanya ku malpera înternetê ya cemaatê de hat weşandin de Fetullah Gulen Erdogan û rêbazên wî rexne kir. Gulek got divê nêzîktaiya li dijî van çalakiyan biguhere û got divê bûyerên wisa piştguh neyên kirin.

Gulen got; “Divê mirov bi aqil tevbigerin. Tiştê wisa biçûk nebînin.  Divê pêşî li mezibûna vê berxwedanê bê girtin.

Gulen bûyer şiband ‘îstîlaya mîhroyan’ û got: “Dema hun rastî îstîlaya mîhroyan hatin, wisa biçûk nebînin. Divê mirov ji her alî de vê binirxînin.  Wê demê dê proje û planên bi îsabet derkevin holê.

Gulen diyar kir ku divê pergal di ber çavan de bê derbaskirin û got: “Me bi xwe kir. Me pergal di ber çavan de derbas nekir. Me çi kiribe bo nifşê xwe kir.”

Gulen li van çalakiyan nihêrt û ev wek ciwantiya ‘enkaz’ bi nav kir û divê ev li ber çavan bê derbas kirin û got: “Divê ev mesele ji kokê bê dest girtin.  Hewcedarî bi restorasyonek baş heye.  Divê em berpirsyariya xwe bînin cih.”

Gulen ji bo kesên bertek nîşan daye jî îfadeya ‘çavsor’ bikaranîn û ji bo Erdogan jî got: “Divê mesele ji kokê bê dest girtin.  Pirsgirêka we çi ye? Ev çawa çareser dibe, çawa tê çareser kirin?”