Guherîna bi KJK'ê re hat kirin pergalî ye

Guherîna bi KJK'ê re hat kirin pergalî ye

Garzan da xuyakirin ku pêkhateyên berê yên KJB'ê bi şêweyekî xweser cih digirtin, lê niha weke kirdeyê yekser pergala konfederal pêk tînin. Garzan destnîşan kir ku bi meclîs û komunên bên avakirin re wê ti qad, bêrêxistinî nemîne.

Tevgera Jinên Kurd, rêxistinbûyîna sîwanî Koma Jinên Bilind (KJB) bi hinceta ku têra sîstembûyîna li qadên îdeolojîk, rêxistinî û parastinê nedikir, di kongreya dawî de bi Yekîtiya Jinên Azad (YJA) re kir yeke û bi şêweyê Koma Jinên Kurdistanê birêxistin kir. Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Rûken Garzan diyar kir ku ev guherîn pergalî ye û der barê mijarê de bersiv da pirsên me.

Taybetmendiya diyarker a KJK'ê ji KJB'ê cihê dike çi ye?

Ji bo KJK baştir were fêmkirin, girîng e rêxistinbûyîna KJB û pêkhateyên wê bi kurtasî werin fêmkirin. Bi hişmendiya 'partiyeke jinê ya îdeolojîk divê her tim hebe' li ser kevneşopiya Yekîtiya Azadiya Jinên Kurdistanê (YAJK) û Partiya Jinên Azad (PJA) Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) ava bû. Rêbertiya me xwest, bi pêşengiya PAJK'ê Îdeolojiya Rizgariya Jinê jiyanî bike. YJA STAR jî hem weke hêza parastina jinê, hem jî garantiya pergala jinê pênase kir. Rola PAJK'ê çiqasî girîng be, roja YJA STAR'ê jî ewçend girîng e. YJA xwe weke hêza birêxistinkirina qada civakî birêxistin bû. Li gel vê, di bin sîwana KJB'ê e rêxistinbûyîna Jinên Ciwan ava bû. Ev her çar rêxistinên me, piştî sala 2005'an di bin sîwana KJB'ê de bûn yek.

KJK jî li ser modela vê rêxistinbûyînê guhertin pêk anî. KJK rêxistinbûyîneke sîwanî bû, KJK pergaleke. Rêxistinbûyîna sîwan xwe li ser pêkhateyan birêxistin dikir. Yanî her heval bi temsîla qada xwe, di nava KJB'ê de cih digirt. Rêveberiyê xwe weke koordînasyona kar û rolê birêxistin dikir. Di sîstema nû de rêveberî, bi vîna kongreyê tê hilbijartin. Ev nuqteyeke gelekî girîng e. Di rêxistinbûyîna sîwanê ya KJB'ê de rêxistinbûyîneke xweser hebû, lê niha ev çar pêkhane, hêza bingehîn a sîstemê ne.

Rewşa YJA?

YJA ji holê hat rakirin. Ev yek encama guhertineke teknîkî nîne. Berevajî, pêwendiya xwe yekser bi rêxistinbûyîna KJK'ê di nava civakê re heye. Beriya niha KJB li qada civakî bi YJA'yê dihat temsîlkirin. Lê niha KJK wê li Rojava, Bakur, Rojhilat, Başûr û li derveyî welat; weke modelekê xwe bi şêweyê komun û meclîsê birêxistin bike. Mînak wê li Qamişlo meclîsa KJK'ê be avakirin, vê yekê wê destpêkê di nava tax, navçe, gund û semtan de meclîsên biçûk bicih bîne, li navendê jî meclîseke mezin wê were avakirin. Komun jî şêweyê jiyanê ye. Eger sîstem xwe bi tenê li ser meclîsê birêxistin bike, ev yek wê gelekî burokratîk bimîne. lewma rêxistinbûyîna komunan girîng e.

Hûn dikarin hinekî girîngiya wê vebêjin?

Sîstema konfederal li her qadê, şêweyê jiyana komun esas digire, li ti qadê bêrêxistin namîne. Komun, nîşandana rengê me yê jiyanê ye. Mînak; li bajarekî komuna aboriyê tê avakirin. Ew komun wê pêwîstiyên aboriyê yên wî bajarî diyar bike. Wê binesazî, dewlemendî, mekanîzmayên hilberînê yên bajêr lêkolîn bike, li ser wê esasê xwe birêxistin bike û saziyên xwe ava bike.

Meclîs jî rola sîstemê dilîze û tevahiya qadên jiyanê temsîl dike. Bi sîstema meclîsê re gel dikare xwe birêve bibe. Hêzên cuda yên dixwazin ji derve tevlî bibe, di pozîsyoneke vekirî de ne. Mînak; Ermenî, Ereb, Tirk ji kîjan gel û derdorên civakî dibe bila bibe, her kes dikare di nav vê meclîsê de bê temsîlkirin. Lê belê şert e li gorî hin pîvanan tevibigere.

Ew pîvan çi ne?

Paradîgmaya me li ser dijberiya sê hêmanan ava kiriye: Zayendîperestî, neteweperestî, zanistîperestî û olperestî. Derdorên dixwazin bi me re tevbigerin, eger van her çar hêmanan red bikin, dikarin reng, bawerî, hebûn, ziman û vîna xwe birêxisitn bikin û beşdar bibin. Em bêjin; Tirk e yan jî Ereb e lê gelên din napejirîne, jin e lê li dijî zayendîperestiyê, desthilatdariya mêr tênakoşe, hingî rewşa wan/wê li pîvanên me nayê.

Di nava sîstema KJK'ê de rola Komîsyona Edaletê çi ye?

Li qada civakî gelek pirsgirêkên jinê û êrîşên li hemberî jinê hene. Sîstema desthilatdariya zayendîperest, kujerê jinê ye. Li dijî vê sîstemê, girîng e hiqûqa jinê weke mekanîzmayekê bê avakirin. Di heman demê de bi mekanîzmaya hiqûqa jinê ya alternatîfê hiqûqa dewletê ye, tê xwestin ku li qada civakî têkoşîna ji bo edaletê bê dayîn.

Bi sîstema nû re al hat guhertin. Hûn dikarin wateya nîşaneyên li ser alê bi me re parve bikin?

Modeleke alê ya taybetmendiyên bingehîn ên sîstema konfederal nîşan bide, hat avakirin. Mînak şaxê zeytûnê, stêrk û roj hene. Em sembolan nakin tabû, weke nirxekê dibînin. Hemû sembolên me hilbijartine, nirxên civakê û têkoşîna me temsîl dikin. Guliyê zeytûnê çanda jinê, keda jinê nîşan dide. Di mîtolojî û baweriyan de nêzîkatiya jinê û stêrkan a li hev, tê zanîn. Di heman demê de sosyalîzmê îfade dike. Roj jî hem Rêbertiya me hem jî ronahiyê temsîl dike.