Guardian: Erdogan ket nav êrîşa dijber

Guardian: Erdogan ket nav êrîşa dijber

Rojnameya Îngîlîz a The Guardian, der barê skandala nelêrêtiya li Tirkiyeyê de nivîsek weşand. Rojnameyê diyar kir ku serokwezîrê tirk Erdogan ketiye nava êrîşa dijber.

Di nûçeyê de hat gotin ku şefê polîsan yê midûriyeta Stenbolê ji peywirê hatiye girtin û got Erdogan operasyona nelêrêtiyê wek ‘operasyona qirêj’ bi nav kiriye.

Hat diyarkirin ku Erdogan bi hinceta ku şefên polîsan peywirên xwe piştguhkirine ji peywirê hatine girtin û her wiha gotina Erdogan ya wekê ‘dibe ku ev li bajarên din jî belav bibin’ di nûçeyê de hat dîtin.

Di nûçeyê de hat diyar kirin ku girtina şefan a ji peywirê  ji aliyê hinek aliyan ve wekê ku mudaxaleyê lêpirsînê kiriye hatiye dîtin û ev hatiye rexnekirin.

Di berdewama nûçeyê de hat gotin ku berdevkê hikûmetê Bulent Ecevît dê tevli lêpirsînê neyê kirin.

Nûçe wiha bi dawî dibe;Arinç got ew naxwaze tevgera Gulen hedef bigire, lê got ku di vê bûyerê de kî heye dê tiştên pêwist bikin.”