Grûp Yorûm: Em ê vê astengiyê jî ji holê rakin!

Grûp Yorûm nerazîbûn nîşanî redkirina serlêdana wan a ji bo konsera li Yenîkapi ya Stenbolê da û diyar kir, "Me bi berxwedana xwe astengî yek bi yek rakir, em ê vê astengiyê jî rakin. Em ê konsera xwe pêk bînin."

Grûp Yorûm plan dike ku konsera xwe 9'ê Tebaxê li qada mîtîngê ya Yenîkapiyê li dar bixe.

Lê belê Walîtiya Stenbolê serlêdana ji bo konserê red kir.

Grûp Yorûm têkildarî mijarê daxuyaniyek da û bi bîr xist, ku beriya qedexe ji wan re bê ragihandin li malpera înternetê ya walîtiyê hatiye weşandin.

Grûp Yorûm ragihand, serlêdana wan di nava 9 saetan de hatiye redkirin û destnîşan kir, "Ji bo destûrnedana konserê hinceteke guncaw nîne. Ya ku ew jê ditirsin ew e ku bi milyonan mirov li wê qadê dirûşma Tirkiyeya Serbixwe biqîrin û daxwaza edaletê bînin ziman."

Grûp Yorum ragihand ku wê li Dadgeha Îdareyê ya Herêmê li ber biryara redkirinê rabin û wê astengiyê ji pêşiya xwe rakin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Karê me yê ji bo konserê wê bidomin. Me soz dan Helîn û Îbrahîm. Helîn û Îbrahîm ji bo konserê li dar bixin tevlî karwanê nemiran bûn. Wê bi qedexeyan û zextan nikaribin Grûp Yorûm ku dengê bi milyonan mirovî ye bêdeng bikin. Ji ber ku strana me ya nemir Helîn Bolek dinya rakir ser piyan. Îbrahîm Gokek ê ku dilê wî stêrk bû, gelên dinyayê kir yek. Grûp Yorûm gelên dinyayê ye. Me heta niha astengiyên li pêşiya xwe bi berxwedanê yek bi yek rakir. Em ê vê astengiyê jî rakin û konsera xwe pêk bînin. Em ji vir radigihînin."