Greva makînîstan a li Elmanyayê didome

Greva makînîstan a li Elmanyayê didome

Li Elmanyayê makînîstan dest bi greveke dîrokî ya 5 rojan kirin. Li welêt veguhastina rêyên hesînî felc bû.

Makînîstan li Elmanyeyê dest bi greva 5 rojan kirin. Ev grev wek greva di 20 salên dawî de ya herî demdirêj e. Aloziya ji ber daxwaza heqdest û cihê sendîkayan, derdorên aboriyê tirsand.

Sendîkaya makînîstan GDL a ji destpêka meha Îlonê ve cara şeşemîn e diçe grevê, bi vê greva nû ya roja Çarşamê piştî nîvro destpê kir bandoreke zêde kir. Greva ku bi trênên bar destpê kir roja Pêcşemê bi trênên rewiyan ket merheleyekê nû. Veguhastina di rêyên hesînî de roja Yekşemê wê veguhere rewşa xwe ya berî ya asayî.

Ev grev rastî 25. salvegera hilweşandina dîwarê Berlînê hat. 2 milyon kes xwe amade dikin roja Yekşemê biçin Berlînê. Rêyên trênê yên Elmanya bi 5.5 milyon rewî û 600 hezar ton bar dibin û tînin.

Sendîkaya GDL li gel ji sedî 5 zêdekirina heq dest û 2 saetan daxistina karê di nav hefteyê de di bin banê şîrketa rêyên hesînî ya Elmanyayê de hê zêdetir temsiliyetê dixwazin.