BI DÎMEN

Greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê di roja 6. de ye

Greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger a li ber avahiya Konseya Ewropayê, di roja 6. de ye. Çalakgerên greva birçîbûnê ya li Den Haagê jî biryar dan tevlî çalakiya li Strasboûrgê bibin.

Greva birçîbûnê ya li ber avahiyên Konseya Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT), ku ji bo destekkirina grevên birçîbûnê yên li girtîgehên li Tirkiyeyê hate destpêkirin, bi moral dewam dike.

Greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger di roja şeşemîn de ye. Parlamenterên HDP'ê Faysal Sariyildiz, Tûgba Hezer, Hevserokê KCDK-E’yê (Kongreya Civakî ya Kurdan a Demokratîk ya Ewrûpayê) Yuksel Koç, Hevseroka NAV-DEM’ê (Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Elmanyayê) Fatoş Goksungur, Hevseroka NAV-BEL’ê (Navenda Civakî ya Kurdan a Belçîkayê) Arîfe Soysuren, Hevserokê DEM-NED’ê (Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Hollandayê) Huseyin Yildiz, Hevserokê FEDA’yê Velî Kaya, Nûnerê CÎK’ê Mele Mistefa, Rojava, Rojhilat, NAV-YEK, nûnera TJK-E’yê Hanim Engîzek, nûnerê Ciwanên Azad Ahmet Yildirim û nûnerên Malbatên Winda û Mexdûran tevlî çalakiyê bûne.

SERDANA JI BO ÇALAKGERAN

Di nava 5 rojên destpêkê de komek ji rewşenbîr û hunermendan ji bo destekkirinê ketin grevê. Nûnerên gelek saziyan jî duh serdana çalakgeran kirin. Di nava van de rêveberiya Federasyona Komeleyên Elewiyan li Fransayê (FUAF), serokên komeleyên Elewiyan ên li herêmê, rêveberên navendên civaka demokratîk ên Kurd li gelek bajarên Ewropayê û kesayetên ji Alinterî hebûn.

NÛRHAK: DIVÊ KONSEYA EWROPA Û CPT VÎ DENGÎ BIBIHÎZIN

Hunermend Garîp Nûrhak jî ji çalakgeran stran got û anî ziman ku ev pêvajo her kesî eleqedar dike. Nûrhak diyar kir, ew dixwazin destekê bidin girtiyên li dijî faşîzmê li ber xwe didin û dengê wan bidin bihîstin. Nûrhak bang li Konseya Ewropayê û CPT kir û got, "Vî dengî bibihîzin."

GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA LI HOLLANDAYÊ TEVLÎ YA STRASBOÛRGÊ BÛ

Di vê navberê de, çalakgerên greva birçîbûnê ya li bajarê Den Haag ê Hollandayê, biryar dan ku tevlî çalakiya li Strasboûrgê bibin û greva xwe ya dorveger li wir bidomînin.

Bi vê armancê duh êvarê civînek li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Den Haagê hate lidarxistin û hat ragihandin, ji ber ku li Strasboûrgê dikarin hîn bêhtir dengê xwe bidin bihîstin, biryareke bi vî rengî hatiye girtin.