Greva birçîbûnê ya li Kiriklarê bi dawî bû

Greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a girtiyên li Girtîgeha Hejmara F2 a Kiriklarê ku bi armanca sererastkirina rewşa girtiyan a di 31’ê Adarê de destpêkirî, 14’ê Gulanê bi dawî bû.

Girtiyan belavokek ji bo Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxê Îzmîrê şandin û wiha gotin; “Li girtîgeha em lê dimînin ji ber pirsgirkên li girtîgehê greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a 31’ê Adara 2018’an me dayî destpêkirin, di 14’ê Gulana 2018’ande em bidawî dikin. Ji ber nêzîkatiya pirsgirkên li girtîgehê wê werin çareserkirin me dawî li greva birçîbûnê anî. Di vê demê de hemû kesên piştgirîdayîne çalakiyê em spasiya wan dikin. Em daxwaz dikin ku bibin şopdarê daxwazên me”.

Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyê nexweşiya giran Ergîn Aktaş û Yûsûf Bûlût, Ehmedê Xamî li dijî pêkanînên li girtîgehê didome. Dîcle Bozan a ku di greva birçîbûnê de ye beriya 2 rojan nehate tedawî kirin û şandin Girtîgeha Xarpetê.