Greva birçîbûnê ya Şîş di roja 18'an de ye

Li bajarê Newport ê Gallerê, Kurdistanî serdana Îmam Şîş dike ku li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê ya bê dawî û bê veger de ye.

Kurdistaniyê bi navê Îmam Şîş, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, roja 17'ê Kanûna 2018'an dest bi greva birçîbûnê ya bê dawî û bê veger kiribû.

Çalakiya Şîş li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Newportê dewam dike.

Endamên Meclîsa Jinê ya Roj a Londonê û Komîsyona Rêxistinbûnê ya Meclîsa Gelê Kurd a Gallerê, ji bo destekê bidin Şîş, dest bi greva birçîbûnê ya dorveger a ji bo 3 rojan kirin.

Wekî din, serdana Kurdistaniyên li Gallerê ji bo Îmam Şîş dewam dike.

Kurdistaniyan ji bo meşa li Cardîffê ya ji bo şermezarkirina bêdengiya CPT û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, banga tevlîbûnê kirin.