‘Gotinên Kemal Pîr pîvan e’
Parlementerê berê yê HDP’ê Zîya Pîr di salvegera 41’emîn a şehadeta Kemal Pîr de axivî û diyar kir çi kesên ku siyasetê dikin divê jiyan û gotinên Kemal Pîr ji xwe re bikin pîvan.
Parlementerê berê yê HDP’ê Zîya Pîr di salvegera 41’emîn a şehadeta Kemal Pîr de axivî û diyar kir çi kesên ku siyasetê dikin divê jiyan û gotinên Kemal Pîr ji xwe re bikin pîvan.
Di ser şehadeta yek ji kadroyên pêşeng ên Têkoşîna Azadiya Kurd ku di pêşengiya PKK’ê de dest pê kir, Kemal Pîr 41 sal derbas bûn.
Kemal Pîr dema li Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê ya Zanîngeha Enqereyê de xwendekar bû, bi helwesta xwe ya şoreşgerî bal kişand ser xwe. Di van salan de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas kir û di salên avabûna PKK’ê de di nav koma sereke de wekî şoreşgerekî ji Behra Reş cih girt.
Kemal Pîr ku bi Hakî Karer re bû yek ji hevrêyên yekemîn ên Abdullah Ocalan. bi fedekariya ku di pêşketina PKK'ê ya bîrdozî, siyasî û leşkerî de nîşan da û bi xebatên ku dida meşandin derket pêş. Kemal Pîr ê ku piştî dîlketinê ew anîn zindana Amedê, bû yek ji navên sembol ên berxwedana li dijî cuntaya faşîst a 12'ê Îlonê. Şoreşgerên ku li hemberî êşkenceyan îradeyeke mezin nîşan dan, di 14'ê Tîrmeha 1982'an de dest bi Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin kirin. Ev Berxwedan Rojiya Mirinê ji aliyê yek ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Mehmet Hayrî Dûrmûş ve hatibû ragihandin. Di vê berxwedanê de ku di dîroka Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de bû xalek girîng, Kemal Pîr jî cih girt.
Yek ji fermandarên pêşeng ên PKK'ê Kemal Pîr di 7'ê Îlona 1982'an de di roja 56'emîn a rojiya mirinê de şehîd bû. Parlamenterê berê yê HDP'ê yê Amedê Ziya Pîr di salvegera şehadeta Kemal Pîr de ji ANF'ê re axivî.
KURÊ MALBATEKE HEJAR BÛ
Kemal Pîr di sala 1952'an de li gundê Guzelolûk ê navçeya Torûl a Gumuşhaneyê di nav malbateke hejar a ku bi çandiniyê re mijûl dibû û heywan xwedî dikirin, ji dayik bû. Kemal Pîr zarokê çaremîn bû. Bavê wî ji bo debara malbatê bike gelek caran diçe derveyî bajêr û li bajarên Stenbol û Egeyê di karên avahiyan de dixebitî. Kemal Pîr xwendina xwe ya seretayî li gundê xwe diqedîne. Dibistana navîn û amadeyî jî li Ordûyê dixwîne.
Ziya Pîr wisa qala gundê Kemal Pîr, rewşa civakî û perwerdehiya wî kir. Ziya Pîr got “Li gundê me wekî hemû gundên Anatoliyê yên wê demê xizmetên binesaziyê yên wekî ceyran, av û rê lê tunebû. Kemal Pîr di malbateke gundî ya feqîr de hatiye dinê. Bavê wî ji bo debara malbatê bike diçe bajarên rojavayê Tirkiyeyê û di karê avahiyan de dixebite. Di wan salan de ji gundê me koça karê demsalî hebû. Havînan welatî ji bo xebatê diçûn Gumuşhane, Tîrebolû û Ordûyê. Dema Kemal Pîr digihîje temenê dibistanê, li gundê me dibistan tune. Ji bo dest bi xwendina xwe ya seretayî bike diçe gundê jina birayê xwe. Gundekî ku bi meşê 2 saetan dûr e. Her roj diçe û tê. Pola yekemîn li wir dixwîne. Carinan li cem xizmên me yên li wir jî dimîne. Dema derbasî pola duyemîn dibe, li gundê me dibistan tê çêkirin. Perwerdehiya xwe li gund didomîne.
PERWERDEHIYA LÎSEYÊ Û DEMA KU HAKÎ KARER NAS DIKE
Kemal Pîr li Ordûyê Hakî Karer nas dike. Pîr bi helwesta xwe ya li dijî neheqiyê û hezkirina xwe ya ji bo xwendin û fêrbûnê bala hemûyan dikşîne. Di xwendina lîseyê de Hakî Karer salekê li pêşiya wî ye. Lê meyla wan a li hember pirsgirêkên civakî wan zêdetir nêzî hev dike. Hevaltiya ku li vir dest pê kir di perwerdeya zanîngehê û têkoşîna şoreşgerî de jî didome.”
Ziya Pîr derbarê bîranînên xwe yên wê serdemê jî wisa got “Li Ordûyê min koftefiroşek nas kiribû. Vî kesî Kemal û Hakî di demên wan ên lîseyê de baş nas dikir. Di sohbeta me ya li gel wî de her tim behsa jiyana herdu şoreşgerên wan salan dikir. Wî diyar dikir ku Kemal û Hakî her dem kovar, pirtûk û rojname dixwendin. Gelek caran behsa fikr û nîqaşên wan ên li ser mafên mirovan û sosyalîzmê dikir. Kemal û Hakî li Ordûyê hê di dema lîseyê de di warê fikrî de xwe pêş dixin.”
LI HER DERÊ HURMET NÎŞANÎ WÎ DIDAN
Ziya Pîr diyar kir apê wî Kemal Pîr hê di dema ciwaniyê de li gund ji ber karakterê xwe yê ku alîkariya mirovan dikir û neheqî qebûl nedikir, her kesî hurmet nîşanî wî dida. Pîr got “Wê demê li gundê me gelek xwendekarên zanîngehê tunebûn. Kesên ku xwendin û nivîsandina wan hene jî, kêm bûn. Kurxalên Kemal Pîr xwendibûn, ew jî karmendên dewletê bû. Ew jî çepgir bûn. Têkiliya Kemal Pîr zêdetir bi wan re hebû. Pêşketina îdeolojîk a Kemal Pîr herî zêde di salên lîseyê de li Ordûyê pêş ket. Li gundê me Kemal Pîr ji zarokatiya xwe de bi karakterê xwe yê li dijî neheqiyê, dihat naskirin. Xwedî kesayetiyeke wisa bû ku dixwest neheqiyan ji holê rake. Ji ber vê li gund û herêma me, xwedî hurmet bû. Wî mirov li hev dianî û li hemberî mirovan feraset nîşan dida. Derbarê kesayetiya wî qala bûyereke wisa dikin. Gundî ji bo êzingan diçin daristanê. Rojekê kesekî ji gundekî din dikeve qada daristana gundê me û daran dibire. Gundî vî kesî digirin, lê didin û xelq dikevin navberê. Kemal Pîr wan aram dike. Kemal Pîr diyar dike ev gundiyê hejar jî pêdiviya wî bi êzingan heye û ji ber vê divê hurmetê nîşanî vî kesî bidin. Kemal Pîr ji gundiyan re dibêje heke gundiyek ji bo zarokên xwe germ bike û karibe tifikê vêxe pêdiviya wî bi daran û êzingan hebe divê destûra vî tiştî were dayîn û her kesî qanih dike. Kemal Pîr diyar dike dema ku daristan tên qirkirin nerazîbûn nayê nîşandan lê dema ku gundiyekî hejar daran dibire nerazîbûn tê nîşandan û dibêje ev ne tiştekî rast e. Di vir de tê dîtin Kemal Pîr li ser rêyeke çawa ye. Bi vî awayê xwe li herêmê şopekê dihêle.”
Ziya Pîr diyar kir ku apê wî Kemal Pîr di dema xwendekariyê de tê gund û got “2,3 caran dema hate gund, ji lîstina bi me re û tevgerên wî me fêm dikir ku ew kesekî cihê ye. Dema ew dihat, ji odeya xwe dernediket. Her dem pirtûk dixwend. Ciwanan bi gogê dilîstin lê ew zêde nediçû ba wan. Wî her dem pirtûk dixwend. Dema ji bajêr dihat, gelek pirtûk bi xwe re dianî. Komek rojnameyên kevn dianî. Wê demê rojname peyda nedibûn. Wî rojnameyên kevn dida gundiyan û ji wan re digot bixwînin.”
‘HETA KU LI TIRKIYEYÊ WEKHEVÎ ÇÊBIBE EZ Ê TÊBIKOŞIM’
Ziya Pîr wisa qala salên şoreşgeriyê û nasîna Kemal Pîr a bi Rêberê Gelê Kurd re dike. Ziya Pîr got “Zarokên xalê wî, apê min wisa nas dikin. Hemû jî sax in. Xalê min Elî baş dizane. Li Enqereyê jî li zanîngehê dixwend. Yên ku Kemal Pîr hem li Ordûyê û him jî li Enqereyê herî baş nas dikin xalên wî ne. Qal nakin ku di salên 70'î de çi qewimî, bi taybetî kesên ku di êşkenceyên giran re derbas bûne. Ne qala wê demê dikin û ne jî qala piştî wê dikin. Belkî ji bo yên mane, biparêzin qal nakin. Ji bo parastina ciwanan qala tiştan nedikirin. Ne bavê min û ne jî apê min zêde qala xortaniya Kemal Pîr nekirin. Tenê bavê min çend bîranînên ciwaniya Kemal Pîr ji min re vedigot. Bavê min li Enqereyê diçe serdana Kemal Pîr. Bavê min dixwaze ku ew bi wî re were Almanyayê. Ew pêşniyaz dike ku ew ê li wir rehettir bijî û ji xwe re pergalekê saz bike. Paşê bavê min dibe du dibistanên cuda. Yek dibistana dewletê ye û ya din jî dibistana taybet e. Zarokên feqîran diçin dibistana dewletê. Rewşa wan li ber çavan e. Li pêşiya dibistana taybet jî wesayîtên taybet hene. Apê min Kemal Pîr ji bavê min re dibêje ‘Heta ku li Tirkiyeyê ew neweknevî û neheqî bidome, ez dev ji doza xwe bernadim û naçim tu derê.’ Di nav malbatê de herî zêde bavê min diçe serdana apê min. Li Ordûyê û Enqereyê hev dibînin. Nameyan ji hev re dinivîsin. Wêneyekî wî yê navdar hene. Bavê min ji Girtîgeha Rihayê vî wêneyî tîne.”
EZ BIRAZIYÊ WÎ YÊ ANARŞÎST JI GUND VEQETIYAM
Ziya Pîr wisa qala nasnameya siyasî ya mamê xwe dike “Ez wê demê heft salî bûm. Leşker her tim dihatin gund û li wî dipirsiyan. Mezinên me dizanibûn ku ew çi dike. Lê em zarok bûn, me nizanibû. Leşkeran tim û tim lêgerîn dikirin. Em ditirsiyan. Bi vî awayî travmayek e. Tê bîra min cara dawî ku hat. Ji bo şevekê hat. Roja dîtir ji rêya çiyayan çû. Li gundê me digotin 'Kemal bûye anarşîst'. Li dû refleksa wî ji me re gotin biraziyê anarşîst. Di sala 1979’an de bavê min li Elmanyayê bi cih bû. Zext zêde bûn. Êdî mirov nedikarî li gund bijîn. Bavê min em jî anî Elmanyayê. Em wekî ‘biraziyên wî yên anarşîst’ ji gund derketin.
Em ji Gumuşhaneyê li ser rêya Behra Reş diçûn Elmanyayê. Bavê min li her ciha ku em disekinîn li pêşiya qehwexaneyan li televîzyonê temaşe dikir. Di nûçeyê de behsa Apoyiyan dihat kirin. Wê demê min Apoyî nas kir. Apê min bi wan dihat naskirin. Bavê min bi tirs û xof li nûçeyan dinêrî. Em zarok bûn lê me fêm dikir. Piştî ku ez hatim Elmanyayê, di 11 saliya xwe de min zêdetir dest bi lêgerîna apê xwe Kemal Pîr kir. Min apên xwe yên din didît. Min dizanî ku meteke min li gund e. Di vir de êdî apê min ê din li ku ye, eşkere dibe.
Li Elmanyayê Radyoya Kolnê hebû; weşana wê bi Tirkî bû.Bavê min tim guhdarî dikir. Her tim behsa Apoyiyan dihat kirin. Navê Kemal Pîr û hevalên wî dihat gotin. Di vî temenî de êdî mirov eleqedar dine. Pirsa Kurd çi ye peyda dibe. Li dibistanê zarokên Kurd hebûn. Rewşa apê min li holê ye, bêtir bi pirsa Kurd çi ye eleqedar dibûm. Ez ji bavê xwe hîn bûm ku Kurd kî ne. Bavê min jî ji apê min hîn bûye ku Kurd kî ne û wisa qala me dikirin.”
NIRXANDINA JIYANA SIYASÎ YA KEMAL PÎR
Zîya Pîr diyar dike zehmet e ku ew apê xwe binirxîne û derbarê helwest û berxwedana Kemal Pîr a li girtîgehê got “Zehmet e ku mirov Kemal Pîr di nav pergala malbatî de binirxîne. Aliyekî ew bira, zarok û ap e. Di warê malbatî de aliyên hestiyarî hene. Li aliyê din jî wekî kesayetiyeke polîtîk heye. Divê mirov van tiştan ji hev veqetîne. Piştî 40 salan dema mirov lê dinihêre, erê ji bo wê demê girîng bû, rast bû lê wekî mirov min dixwest apê min bijî. Ev tiştekî mirovî ye. Aliyekî wî yê polîtîkayê hebû. Dema miro ji aliyê polîtîk lê dinihêre, mirov dikare bibêje ku biryareke rast daye. Kemal Pîr çi gotibû ‘Ji bo ku Kurd hişyar bibin, divê ez bimirim’ Ev ji bo min hevokeke diyarker e. Pîvana min jî ev hevok e. Xebatên ku min kirine, peywirên ku min dane xwe, ez di wê çarçoveyê de dinirxînim. Ez ji hevalên xwe jî vî tiştî dixwazim.
Mirov şiyar dibin? Bi hezaran, bi deh hezaran şehîdên me hene, ne tenê Kemal Pîr. Van kesan xwe feda kirin. Çima? Ji bo Kurd şiyar bibin. Kurd şiyar bûn? Ji bo şiyarbûna Kurdan mirov di heman xetê de berdewam dikin? Ger kesek bêje ez Kurdperwer im, ez ji bo mafên Kurdan têdikoşim, ez ê bi wê hevokê binirxînim. Piçekî hişk e lê wisa ye. Mirov dimirin. Dema mirov dimirin siyaset ne hobî ye. Em ne CHP, AKP ne. Mirov ji ber kirin û kêmasiyên me jiyana xwe ji dest didin. Ji ber vê divê her kes giraniya vî tiştî li ser xwe hîs bike. Kemal Pîr û hevalên wî ji bo şiyarbûna Kurdan xwe feda kirin. Îro tişta hewce tê kirin, ez li vî tiştî dinêrim.”
‘CESARETA TE TÊR NAKE KU EZ Û MALBATA XWE EM KARIBIN HEV BIBÎNIN’
Zîya Pîr diyar kir dema apê wî Kemal Pîr di girtîgehê de bû gelek caran bavê wî çûye serdanê û got “Dema ew di Girtîgeha Rihayê de bû, bavê min çûbû serdana wî. Fotoyekî wî yê navdar heye. Bavê min ew foto anîbû. Bavê min her dem diçû serdana apê min. Derbarê Kemal Pîr zêde agahî nedihat gund. Bavê min beriya ku biçe Elmanyayê, du caran diçe Enqereyê. Lê ew nikare apê min bibîne. Em piştî salan hîn dibin. Çû Kurdistanê. Wê demê li Kurdistanê xebatên birêxistinkirinê dikir. Di wê demê de, wan qîmet didan nepenîtiyê. Hevalên wan ên dîl hatine girtin jî nizanin ew kî ne. Der barê Kemal Pîr de tu agahî tune. Hevalên wî jî paşê pê dihesin ku ew kî ye. Em pir dereng hîn bûn ku ew di zindana Amedê de ye. Malbatê nizanibû ku ew di rojiya mirinê de ye. Di zivistana 1981’an de, cara pêşîn diçin serdana wî. Bapîrê min û meta min diçe serdana wî. Hevdîtineke kurt e. Meta min got di nav şertên zehmet de wan karîne Kemal Pîr bibînin. Di pencereyeke teng de, bo demeke kurt hev dibînin. Deqîqeyekê jî nadome. Kemal Pîr ji wan re dibêje, 'Rast e yan jî şaş e, vî tiştî wisa qebûl bikin.’ Careke din hevdîtin pêk nayê. Di sala 1982’an de em cara ewil wek malbat çûn Tirkiyeyê. Malbatê nizanibû ku ew di rojiya mirinê de ye. Ji bo hevdîtina bi apê min Kemal Pîr amadekariyek hebû. Bapîrê min, dapîra min, bavê min ji Enqereyê diçin Amedê. Diçin girtîgehê lê nekarîne hevdîtinê bikin. Serdan çênabe. Piştî salan min hevalek nas kir ku ew bi Kemal Pîr re di girtîgehê de maye. 10 sal berê bû. Wî hevalî wisa got. Esat Oktay Yildirim tê û ji Kemal Pîr re dibêje malbata te te hatiye, tu dixwazî wan bibînî? Kemal Pîr jî dibêje ‘Cesareta te têr nake ku, ez bi malbatê re hevdîtinê bikim’ û jixwe hevdîtin pêk nayê, malbat vedigere.”
Ziya Pîr diyar kir piştî 2 meh ji ser hatina malbata wî derbas bû, wan nûçeya şehadeta Kemal Pîr stendine û got “Piştî ku nûçeya şehadeta Kemal Pîr hate gund, du apê wî, muxtarê gund û xizmekî me dixwazin biçin cenaze werbigirin. Gundî wesayîtan nadin. Dibêjin ‘Em cenazeyê anarşîstekî naynin’ û wesayîtê nadin. Darbe çêbûye û her kes ditirse. Bi zehmetî mînîbusekê peyda dikin û diçin Amedê. Pêşî çûne cem parêzer. Parêzer tiştên hatiye serê wî qal dike. Diranê xwe nîşan daye, êşkence dîtiye. Gelekî zehmetî kişandiye. Zêde li wir nemane, bi sedema dibe ku serdegirtin pêk were. Li her derê tirs çêbûye.
Xwişka Hayrî Durmuş a mezin ku min piştre ew nas kir jî heman rewş got. Ew jî wê rojê li buroya parêzer bûye. Piştre cenaze stendine û anîn gund. Melayê gund û yên din gotin 'anarşîst e, bê dîn e, nimêja wî nayê kirin'. Kurê biçûk ê xalê wî li dibistana Îmam Hatîbê dixwîne, wî tînin. Ew cenaze dişo û nimêja wê dike. Dapîr û meta min ji şanikekê cenaze nas dikin. Êşkence li cenaze hatiye kirin. 56 rojan di rojiya mirinê de maye. Ne mumkun e mirov nas bike.
Li Elmanyayê jî yê ku destpêkê pê hesiya, ez bûm. Li gundê ku em lê diman, li mala cîranekî me telefon hebû. Ji gund telefon kirin. Ez çûm axivîm. Jinbira min ji min re got ku apê min Kemal miriye. Bêguman wê demê wergirtina agahiyê ji gund gelekî dirêj dewam dikir. Wê demê min zehmetî kişand ku ji bavê xwe re bibêjim. Min rêya xwe dirêj kir û çûm gel apê xwe yê din. Heta wê demê me nizanîbû ku di rojiya mirinê de ye. Bandor li min kir. Mirov dest bi pirsîna pirsan dike. Mirovek çima xwe feda bike? Ji bo çi? Tu mezin dibe û êdî fêhm dike hin tiştan. Heta sala 2008'an destûr nedan ku gor jê re bê çêkirin. Dewlet ewqasî ji navê Kemal Pîr ditirse. Tenê destûr dan ku em nav û dema jidayikbûna wî binivîsînin. Me xwest gotinên wî binivîsînin lê belê nehiştin. Dema bê, ew ê jî bibe."