Gotina “Miletê Tirkiye” sond betal kir
Parlamentera HDP’ê ya Agirî Leyla Zana ku di merasîma sondxwarinê de li şûna “Miletê Tirk” a di metna sondxwarinê de got, “Miletê Tirkiye” sonda wê hat betalkirin.

Di vekirina meclîsê ya dema 26. de krîza sondê derket. Parlamentera HDP’ê ya Agirî Leyla Zana ya wek helwesta şexsî dema hat kursî li locaya Erdogan lê nihêrî û bi kurdî got: "Bi hêviya aştiyek mayînde" û paşê dest bi sondê kir, li şûna "Li ser navê miletê Tirk sond dixwim” a di metna sondê de ku got: “Li ser navê miletê Tirkiye sond dixwim” sonda wê hat betalkirin.
Serokê Meclîsê Denîz Baykal ji Zana xwest girêdayî metnê bimîne, sondê dubare bike. Lê ji ber Zana ji Desteya Giştî derket nehat kursî.
Baykal got ku di vê rewşê de wê wek sond nehatiye xwarin bê hesibandin.