Gotina ‘Dewlet çima yurdê çênake’ bêrêzdariye!
Gotina ‘Dewlet çima yurdê çênake’ bêrêzdariye!
Gotina ‘Dewlet çima yurdê çênake’ bêrêzdariye!
Welat Cengîz yê li Lîseya Anadolu ya Gurpinara Wanê xwendekare diyar kir ku wî ji qeymeqam re gotiye; ‘Ma pereyê dewletê tune, dewlet çima ji me re yurdê çênake’ û li ser vê gotinê rastî gotinên biçûkxistî yên qeymeqam hatiye û ji aliyê parêzvanê wî ve hatiye derb kirin. Xwendekar Welat Cengîz diyar kir ku wî Midûrê Millî Egîtîmê, midûrê Yurdê û parêzvanê Qeymeqam gilî kiriye lê tenê memurê parastinê cezayê pere girtiye û got divê destpêkê midûrê yurdê û midûrê Mîllî Egîtîmê ceza bigire.
Welat Cenzgîz ku Lîseya Anadolu ya Gurpinarê dixwîne diyar kir ku, piştî erdhêjê qeymeqamê navçeyê Nurullah Kaya, Midûrê Mîlî Egîtîma Navçeyê û midûrê Yurdê tê serdana dibistanê.Cengîz got wî ji wan xwestiye ku ji bo wan Yurdek bê çêkirin.
Cengîz got li ser vê gotina wî qeymeqam Nurullah Kaya bi wî keniyaye û gotiye; Pereyê midûrê we nîne ku yurdê çêbike’ û li ser vê wî jî gotiye; Pereyê dewletê nîne, bila dewlet ji me re yurdê çêbike. Li ser vê pirsa Cengîz, qeymeqam hevsera xwa li gel xwe dişîne wesayitê û bi ser Cengîz de diçe. Di vê navberê de parêzvanê qeymeqam dikeve dewrê û bi milê zarokê 16 digire û li pey xwe dikişîne.
Cengîz ku birîndar bû, der barê qeymeqam, midûrê Mîllî Egîtîm û midûrê Yurdê û parêzvanê qeymeqam de gilî kir. Dozgerê Komarê yê Gurpinarê der barê Cemîl Koç de doz vekir. Her wiha Dadgeha Cezaya Sul a Gurpinarê jî nêzîkatiya Welat Cengîz bêrêzî nirxand û got der barê parêzvanê qeymeqam Cemîl Koç de jî cezayê pere birî.
ÊRÎŞ BI TALÎMATA QEYMEQAM ÇÊBÛ
Bavê Cengîz, Îbrahîm Cengîz diyar kir ku kurê wî bi talîmata Qeymeqam hatiye derbkirin û rastî gefa mirinê hatiye û got kesên talîmata lêdana kurê wî dane nehatiye cezakirin û got dê vê carê jî doza tazmînatê vebikin.
Welat Cengîz jî wiha got: “Ez xwendekarê pola 12 me. Heta îro min 4 belgeyê takdîrê, 3 spasname girtiye. Lê îsal ji ber vê bûyerê min ev negirt. Ez di alî aborî û manewî re têk çûm. Ez di nava her kesî de biçûk hatim xistin. Hatim derbkirin û tehdît kirin. Ezê heta dawiyê li pey mafê xwe bim.”