Gorên ku tê gotin aydê Taniş û Denîzin dê bên vekirin
Gorên ku tê gotin aydê Taniş û Denîzin dê bên vekirin
Gorên ku tê gotin aydê Taniş û Denîzin dê bên vekirin
Serokê HADEP a Sîlopiyê Serdar Taniş û rêveberê navçeyê Ebubekîr Denîz ku hatin wendakirin, gorên ku tê îdiakirin yên wan û li Dargeçitê de dê sibê bên vekirin.
Serokê HADEP a Sîlopiyê Serdar Taniş û rêveberê navçeyê Ebubekîr Denîz di 25’ê Çileyê 2001’ê de gazî Fermandariya Cendermeyan a Sîlopiyê kirin û careke din agahî jê nehatibûn girtin. Şahidê demê berpirsê Goristina Şaredariya Dargeçitê Haci Akar diyar kir ku di nîvê şevekê de cenazeyê Taniş anîne û li vir definkirine.
Piştî nûçeya DÎHA’yê ya 29’ê îlonê Serdozgeriya Komarê ket nava tevgerê.
Şahidê bûyerê Haci Akar ji DÎHA’yê re axivî û got: “Ez wê demê li Goristanê peywirdar bûm. Şevekê şaredariyê bangî min kir. Gotin cenazeyek heye. Me jî kar û barê fermî kir û em çûn. Cesedek li betaniyê hatibû gerandin, di romorka traktorê de bû. Polîsan û tîmên taybet goristan xistibûn ablukayê. Destur nedidan kesekî. Min got; ma wisa dibe divê wecîbeyên olî bên cih. wan jî got na bila agahiya tu kesî tunebe. Me cihek veda. Wan jî alîkarî da. Dema me defin kir min ronahî da ruyê cenazeyê. Di televîzyonê de min wêneyên Taniş û Denîz dîtibû. Min Serdar Taniş nas kir. Min ji malbata wî re got. Lê hêj venekirine. Min sê caran îfade da dozgeriyê. Lê dîsa jî nehat vekirin.”