Girtiyên siyasî yên li Îzmîrê bi gefa êrîşê re rû bi rû ne
Li girtîgeha Tîpa T ya Menemenê û girtîgeha Tîpa T4 a Şakranê, zext û zordariya li girtiyên siyasî zêde bûn. Girtiyan diyar kirin ku îdareya girtîgehê zemîna êrîşê amade dike.
Li girtîgeha Tîpa T ya Menemenê û girtîgeha Tîpa T4 a Şakranê, zext û zordariya li girtiyên siyasî zêde bûn. Girtiyan diyar kirin ku îdareya girtîgehê zemîna êrîşê amade dike.
Li girtîgeha Tîpa T ya Menemenê û girtîgeha Tîpa T4 a Şakranê, zext û zordariya li girtiyên siyasî zêde bûn. Girtiyan diyar kirin ku îdareya girtîgehê zemîna êrîşê amade dike. Hevserokê Îzmîr TAY-DER'ê Karbadag jî got, "Dibe ku di dema pêş de êrîşeke fîzîkî li hemberî girtiyan bê kirin."
GEFA 'EM Ê BI ZORÊ BISTÎNIN'
Li Girtîgeha T4 a Şakranê, bi hatina midûrê nû yê girtîgehê re zext û zordariya li girtiyên siyasî tên kirin, zêde bûn. Rêveberiya girtîgehê nivîsek ji koxûşên PKK'yî lê ne şand û got, 'Li koxûşan wê pirtûk, reng û wêneyên PKK'ê vedibêjin, bên komkirin'. Di nivîsê de hat ragihandin ku eger ev materyal neyên radestkirin, wê di lêgerîna koxûşê de bi 'zorê' werin desteserkirin.
Girtiyan jî bi rêya malbatên xwe ragihandin ku ev helwesta îdareya girtîgehê provokasyon e û hewldana ji bo amadekirina bingeha ji êrîşeke gengaz re ye.
LÊGERÎNA TAZÎ, JIMARTINA LI SER PIYAN Û LÊDAN...
Her wiha li Girtîgeha Tîpa T a Menemenê jî, li 15 girtiyên ji Girtîgeha Skenderûnê hatin sewqkirin, lêgerîna bi tazî hat ferzkirin û ji ber ku girtiyan ev qebûl nekirin, rastî lêdanê hatin. Her wiha hat ragihandin ku îdareya girtîgehê li ser piyan jimartina girtiyan dixwaze bike û ji ber ku girtî li dij derdikevin, di her jimartinê de rageşî rû dide. Girtiyan ev pirsgirêk ji Dozgeriya Komarê û Hakîmiya Înfazê re ragihandin, lê belê ti encam bi dest nexistin. Wekî din hat gotin ku rojnameyên Ozgur Gundem û Azadiya Welat ji her du girtîgehan re nayê dayîn.
'DIBE KU ÊRÎŞEKE FÎZÎKÎ BÊ KIRIN'
Hevserokê Îzmîr TAY-DER'ê Mûsa Karbadag diyar kir ku li girtîgeha T4 bi her awayî mafên mirovan tên binpêkirin û di vî warî de weke herêma pîlot hatiye destnîşankirin.
Karbadag got, "Di dema pêş de dibe ku êrîşeke fîzîkî li hemberî girtiyan bê kirin" û destnîşan kir ku berpirsyarê êrîşeke gengaz wê îdareya girtîgehê û Wezareta Edaletê be.