Girtiyên PKK û PAJK'î: Em ji bo Rêbertî û gelê xwe ji her çalakiyê re amade ne

Girtiyên PKK û PAJK'î, li hember polîtîkayên şer ên AKP'ê nerazîbûneke tund nîşan dan û diyarkirin ku ji her cure çalakiyê re amade ne.

Girtiyên PKK û PAJK'î, li hember polîtîkayên şer ên AKP'ê nerazîbûneke tund nîşan dan û diyarkirin ku ji her cure çalakiyê re amade ne. Girtiyan diyar kirin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ‘sedema şer e’ û bang li saziyên navneteweyî û hikûmeta Başûr kirin. Girtiyan diyar kirin ku ji bo cenazeyên li sînor tên rawestandin wê 15’ê Tebaxê dest bi greva birçîbûnê bikin.

Li ser navê girtiyên PKK û PAJK’î yên girtîgehên Tirkiye ve Kurdistanê Denîz Kaya têkildarî polîtîkayên şer ên AKP’ê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku serketinên şervanên YPG/YPJ'ê yên li Rojava û serketina HDP’ê ya di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de AKP û dewlet tirsandiye, lewma provokasyon, êrîş û komkujî kirine dewrê.

BANG LI SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ Û HIKÛMETA BAŞÛR HAT KIRIN

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di pêvajoyeke ku Ocalan diyalog dimeşand û Mutabaqeta Dolmabahçeyê hat aşkerakirin kûrkirina tecrîdê tê wateya ‘ragihandina şer’ û wiha hat dewamkirin: “Hikûmeta AKP’ê, dewlet, DYA û dewletên din dizanin ku Birêz Ocalan di çareserî û aştiya mayînde de di rola kilît de ye. Bêdengmayîna DYA û dewletên din di êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd de asta samîmiyeta têkoşîna wan a li hemberî DAIŞ’ê nîşan dide… Helwesta pragmatîst, berjewendîperest, teslîmbûyî, teng û hevkar ên PDK li hemberî êrîşên hewayî yên Heremên Parastinê yên Medyayê yên li Başûrê Kurdistanê rê li ber pratîkbûyîna komkujiyan di serî de li gundê Zergelê û gelê me vedike. Ev nêzîkatiya PDK’ê ji bo gelê Kurd cihê şermê ye.

Hat gotin ku dive gelê Başûr li hemberî polîtîkayên PDK’ê bêdeng nemînin, divê çavên xwe ji qetilkirina birayên xwe re negirin.

‘EM Ê BIBIN DENGÊ GELÊN XWE; EM JI HER CURE ÇALAKIYÊ RE AMADE NE’

Em weke girtiyên PKK û PAJK’î  çalakiya nivîskî yên ku me di dîroka 14’ê Tîrmehê 2015’an ji bo komkujiya Kobanê dabû destpêkirin ji niha û pê ve jî li hemberî operasyonên leşkerî û siyasî, êrîşên li ser gelê me û polîtîkaya tecrîdê ya di navenda vê de hat kûrkirin bimeşînin. Ji roja 15’ê Tebaxê 2015’an û pê ve bi daxwaz û esasên me li jorêdiyar kirin mehekê li her cihê ku girtiyên PKK û PAJK’î lê hene her hefte ode bi ode em ê di nava hewldanan de bin da ku ji nûnertiyên NY, YE, CPT û PDK’ê re binivîsin û bibin dengê gelê xwe. Em diyar dikin ku, weke girtiyên PKK-PAJK’î ji bo Rêbertiya xwe, ji bo gelê xwe, ji bo hevrêyên me yên bi şev û roj di çeperên berxwedanê de şer dikin em amade ne her cure çalakiyê li dar bixin û kesên li ber xwe didin silav dikin.”

‘JI BO CENAZEYÊN TÊNE SEKINANDIN ROJIYA BIRÇÎBÛNÊ’

Denîz Kaya diyar kir ku bi teslîmkirina 6 şervanan ji çeteyan re jî sûcê şer hatiye kirin, her wiha nerazîbûnek tund nîşanî sekinandina cenazeyên şervanên YPG/YPJ'ê li Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê da. Kaya got, “Em radigihînin ku heya cenazeyên li Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê teslîmî malbatên wan neyên kirin, ji 15’ê Tebaxê û pê ve dest bi çalakiya rojiya birçîbûnê ya bêdem û dorveger dikin.”