Girtiyên nexweş terkî mirinê kirine

Li Enqere û Îzmîrê ji bo girtiyên nexweş daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniyan de bal kişandin ku rewşa Resûl Kocaturk û Ahemt Silik giran in.

Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî, bi armanca balê bikişîne ser rewşa tenduristiya girtiyên nexweş, çalakiya xwe ya hefteya 332’yemîn ji ber şewba vîrûsa koronayê bi rêya vîdeoyê lidar xistin. Endama Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Nûray Çevîrmen, di çalakiya vê heftê de bal kişand ser rewşa tendurstiyê girtiyê nexweş Resûl Kocaturk ê li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkale girtiye. 

Çevîrmen, diyar kir ku nexweşiyên Wernicke-Korsakoff-astimê yên Kocaturk hene û wiha axivî: “Di heman demê de nexweşiyên wî yên Hîpotîroîd û Îrrîtabl Kolonê hene. Ji ber nexweşiya xwe ya zixtika di pişikê de jî, demek dirêj li Nexweşxaneya Sanatoryûm a Enqerê hat dermankirin. Lê 8 meh bi ser kontrola wî re derbas bûne. Ligel vê yekê jî nabin kontrolê.” 

Çevîrmen, da zanîn ku Kocaturk li Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Kirikkaleyê, di 7’ê Cotmeha 2020’an de, hatibû muayene kirin û wiha pêde çû: “Endama patolojiya Kocaturk ne baş derket. Bijîşkan, xwest ku di beşa patolojî ya Nexweşxaneya Gazî ya Enqerê de, patolojiya Kocaturk bê lêkolînkirin. Bijîşkên Nexweşxaneya Gazî got ku heya ew nexweş nebînin, nikarin patolojiye lêkolîn bikin, lê ji ber şert û mercên pandemiyê nikarin nexweşan qebûl bikin. Kocaturk ji bo tetkîkên xwe, ev hetiyeke li bendêye ku wî bibin Nexweşxaneay Bajêr a Enqerê û ne diyare dê wî kengî bibin.”

Çevîrmen, dest nîşan kir ku rayedar bi hinceta şewbê Kocaturk nabin kontrolê û ev bang kir: “Ji ber ku Kocaturk nabin nexweşxanê, ew jî neçare ku dermanên berî salekê ji bo wî hatibûn dayîn vexwe. Rewşa tenduristiya Resûl Kocaturk girane. Ji ber ku nayê tedawî kirin, jiyana wî di xeteriyê de ye. Her roja diçe, rewşa wî kritîk dibe û jiyana wî dikeve rîskê. Em dixwazin ku girtiyên mîna Kocaturk ên rewşa wan girane bên berdan û li gel malbatên xwe di şert û mercên guncaw de bên dermankirin.”

ÎZMÎR

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), bi boneya balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş civîna çapemeniyê li dar xist. Endam û rêveberên komeleyê li avahiya komeleyê kom bûn û daxuyanî dan. Şaxa ÎHD'ê bal kişand ser rewşa kalê 76 salî Ahmet Silik. Li ser navê Komîsyona Girtîgehan Ahmet Çîçek, li ser navê Şaxa ÎHD'ê daxuyanî xwend. Çiçek, anî ziman ku li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê kalê 76 salî û nexweş Ahmet Silik li dijî hiqûqê girtî ye û xwest Silik bê berdan. Çîçek, da zanîn ku beriya Silik bê girtin felç derbas kiribû û wiha got: "Salek berê me diyar kir ku Ahmet Silik bi zorê dikare bimeşe. Lê niha êdî nikare bimeşe. Niha neçar e bi palpişta bi teker biçe û bê. Ji ber temenê wî nikare emeliyat bibe. Gelek nexweşiyên Ahmet Silik  ên cîddî hene. Tevî temen û rapora Saziya Tipa Edlî a 'Nikare li girtîgehê bimîne' jî dîsa Silik nayê berdan. Em bang li rayedaran dikin ku Silik serbest berdin û li gorî zagonan tev bigerin. Em dixwazin Silik bê berdan û di şertên bi tenduristî de bê dermankirin."