‘Girtiyên nexweş ji bîr nekin'
‘Girtiyên nexweş ji bîr nekin'
‘Girtiyên nexweş ji bîr nekin'
Girtiyê nexweşê kansera xwînê Abdulsamet Çelîk ê duh hat berdan, der heqê rewşa girtiyên nexweş de bang li raya giştî kir û got, "Serbestberdana min ji bo pêvajoyê pêşketineke girîng e, lê hînê gelek girtiyên nexweş hene. Hêvîdarim wê aştî were û êdî herkes azad bibe."
Girtiyê nexweşê kanserê Abdulsamet Çelîk di sala 1995'an de li Îzmîrê hat girtin û di sala 2007'an de nexweşiya wî derket holê. Jê raporên nexweşxaneyê yên "Divê were berdan" hat dayîn. Lê belê ji ber ku Saziya Tipa Edlî li dij derdiket, bi salan hat ragirtin. Çelîk 6 caran serî li ATK da û di dawiyê de hat berdan. Lê belê serbestberdana wî di demeke ku nexweşiyê lê girankir de çê bû.
Çelîk ê ji Girtîgeha Girtî ya Sîncan a Enqerê hat berdan, duh êvarê hat cihê malbata wî lê dijî Îzmîrê. Çelîk bibîr xist ku di demeke ku nexweşî lê giranbûye hatiye berdan û got, "Eger ev serbestberdan di destpêka nexweşiya min de çê bibûya, dikarîbû zûtir bihata dermankirin. Mînak dikarîbû mejiyê hestî bihata guhertin. Lê mixabin, gava nexweşî giran bû, min berdan."
ÎRFAN LI GEL ME JIYANA XWE JI DEST DA
Abdulsamet Çelîk destnîşan kir ku li girîgehan gelek nexweş hene û got, "Me gelek hevalên xwe wenda kirin. Îrfan Eskîbag li gel me jiyana xwe ji dest da. Rewşa wî gelekî em xemgîn kir. Divê ev trajedî êdî bi dawî bibin. Bi taybetî jî divê derdorên pêwendîdar, bi hestiyarî tevbigerin."
DIVÊ HEVALÊ MIN TEKÎN BÊ BERDAN
Çelîk ku bi zorê diaxive da zanîn ku ew naxwaze rewşa wî derxînin pêş û rewşa hevalên xwe yên nexweş bibîr xist; "Daxwaza me, serbestberdana girtiyên din ên nexweş e. Divê girtiyên nexweş ên li ber sînorê mirinê ne, werin berdan. Li Girtîgeha Tîpa F ya Sîncanê ya ez jê hat berdan, girtiyê nexweşiya giran Mansûr Tekîn, operasyoneke giran a mejî derbas kir û hina bi qasî ku nizanibe ew niha li girtîgehê ye, mejiyê wî çûye. Divê ew tavilê were berdan."
Nexweşê kanserê Abdulsamet Çelîk bal kişand ser girtiyên siyasî yên ji ber Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê bi salane li girtîgehan tên ragirtin û şert û mercên girtîgehê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibîr xist. Çelîk got, "Bala Rêbertî berê jî li ser rewşa girtiyên nexweş bû. Rewşa wan hertim weke şertekî pêşkêş kir. Her silaveke wî ya ji girtiyên nexweş re dişand, ji bo me dibû moraleke mezin. Ez vê nêzîkatiya Rêbertiyê gelekî bi nirx dibînim û jê re gelek spas dikim. Çavê me hemûyan li Îmraliyê ye. Em dixwazin Rêberê me tavilê bê berdan."
DIVÊ DESTPÊKÊ ZÎNDAN BÊN VALAKIRIN
Çelîk ji bo pêvajoya aştiyê got, "Pêvajoyoeke gelekî girîng û dîrokî ye" û wke gava yekemîn jî xwest, zîndan werin valakirin. Çêlik got, "Divê zîndan êdî li girtiyên siyasî bê girtin. Pêwîste ev dewlet bi rastiya xwe bi paşeroja xwe re rû bi rû bimîne. Divê êdî ciwan li zîndanan neyên rizandin. Demokrasî çiqasî bi pêş bikeve, girtîgeh jî wê ewçend vala bibin. Gava demokrasî hebe, zîndan tijî namînin."
PIŞTÎ 18 SALAN MIN YEKEMCAR LI ÇÛYÎNA AVA YA ROJÊ TEMAŞE KIR
Abdulsamet Çelîk ê 18 salên 39 salên xwe li girtîgehê derbas kir, duh piştî 18 salan yekemcar li çûyîna ava ya rojê temaşe kir. Û wê kêliyê weke hesteke nayê bilêvkirin, bi nav kir. Çelîk got, "Min duh bi şev serê xwe ji paceyeke bê hesin dirêjî derve kir û li ezmanan temaşe kir. Min hîs kir ku ba yekser li rûyê min dixe. Ev azadî ye. Di nava 7 salan de di revirên nexweşxaneyê de her tim leşker li gel min bûn, gava diçûm tûwaletê jî ew li cem min bûn. Îro cara yekemîn bêyî li cem min leşker hebin, ez çûm tûwaletê.
HÊVÎDARIM WÊ AŞTÎ BÊ
Gotina dawî ya Abdulsamet Çelîk jî ji bo hevalên li dû xwe hişt bangek bû: "Girtiyên nexweş ji bîr nekin. Serbestberdana min dibe ku ji bo pêvajoyê pêşketineke girîng be, lê hînê li hundur gelek girtî hene. Divê hestiyariya raya giştî bi serbestberdana yek kesî re kêm nebe. Hêvîdarim wê êdî aştî were û herkes azad bibe."