‘Girtiyên nexweş terkî mirinê tên kirin‘

Hevseroka Şaxa TÛAY-DER'ê ya Amedê Hatîce Guneş diyar kir ku girtiyên nexweş li girtîgehan di bin şert û mercên nemirovane de tên ragirtin û terkî mirinê tên kirin.

Girtiyên nexweşên giran li gel hemû hewldanan jî nayên berdan. Girtiyên nexweş ên ku bi raporên Saziya Tiba Edlî (ATK) jî nayên berdan, li girtîgehan terkî mirinê tên kirin. Desthilatdarî li gel hemû daxwazên xizmên girityan jî berdana girtiyên nexweş û berdana wan hatiye taloqkirin, asteng dike. Hevseroka Şaxa Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TÛAY-DER) ya Amedê Hatîce Guneş der barê mijdarê de axivî. Guneş diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li ser girtiyên nexweş zêde dibin û destnîşan kir ku şert û mercên tecrîdê li hemû girtîgehan tên meşandin.

Guneş anî ziman ku tedawiyên girtiyên nexweş ên li girtîgehan tê astengkirin û wiha got: “Hevalên me yên nexweş ên li girtîgehan, terkî mirinê hatine kirin û bi tu awayî nayên tedawîkirin. Mixabin hinek hevalên me bi awayekî guman di hucreyên xwe de mirî tên dîtin. Ev polîtîkayên desthilatariyê ku li ser girtiyên nexweş dimeşîne, her ku diçe xiraptir dibin. Li girtîgehên Tirkiyeyê girtiyên nexweş tên tecrîdkirin. Ji ber tecrîdê li girtîgehan mafê jiyanê nadin girtiyên nexweş.”

‘BINPÊKIRINÊN MAFAN HER ROJ ZÊDE DIBIN’

Guneş da zanîn ku li girtîgehan binpêkirinên mafan ên li ser girtiyên nexweş zêde dibin û wiha pê de çû: “Tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan îro bi destê dewletê li hemû girtîgehan tê meşandin. Bi taybet zextên li ser girtiyên nexweş roj bi roj zêde dibin. Girtiyên nexweş ji ber ku serî li ber zextên rêveberiya girtîgehê natewînin, ji mafên xwe bêpar têne hiştin ku dermanên wan jî nayên dayîn. Dema girtiyan dibin nexweşxaneyê û tînin, lêgerîna tazî dikin. Ji ber ku girtî bertek nîşanî lêgerînên tazî didin, di hucreyên yek kesî de têne girtin. Ev rewş pêvajoya başbûna wan dereng dixe. Ji ber ku nasnameya Kurd ji bo xwe gef dibînin, zextên li ser girtiyên nexweş her ku diçe zêde dikin. Divê em binpêkirinên mafan ên li girtîgehan li her derê bînin ser ziman.”

‘MALBAT BI ZEHMETIYAN RE RÛ BI RÛ DIMÎNIN’

Guneş got ku girtiyên nexweş di bin şert û mercên dermirovî de li girtîgehan tên girtin û wiha got: “Tedawiya girtiyan ji aliyê dewletê ve tê astengkirin. Malbat jî diwazin tedawiya zarok û xizmên xwe bi xwe bikin. Lê mixabin di rewşa heyî de derketina girtiyan ji bo derve ne pêkan e û bi ser de girtî sirgûnê girtîgehên cuda tên kirin. Malbat bi rastî jî di vê mijarê de zehmetî dikişînin. Bi taybet di dema çûn û hatinê de bi zehmetiyên madî û manewî re rû bi rû dimînin, di rêyan de ji ber qezayên trafîkê jiyana xwe ji dest didin. Dewlet dema girtiyên nexweş sirgûn dike, malbatan jî ceza dike.”