Girtiyên nexweş di metirsiyê de ne: Ne diberdin ne jî derman dikin

Însiyatîfa Ji Girtiyan Re Azadî û ÎHD’ê, diyar kir ku jiyana girtiyan di metirsiyê de ne, dermankirina wan jî tên astengkirin, ragihand ku tavilê divê înfaz bê berdan.

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê, bi boneya balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 466'an de çalakiya "Rûniştina F" berdewam kir. Komîsyonê ji ber vîrûsa Covid-19, li ser medya dijîtal daxuyanî da. Komîsyonê vê hefteyê bal kişand ser rewşa Tenzile Acar a li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê û xwest Tanzile Acar û hemû girtiyên nexweş bên berdan. Li ser navê Komîsyonê Endamê Komîsyonê 

Mehmet Acettin, anî ziman ku ji ber polîtîkayên kêm ên tenduristiya civakê li Tirkiye rîsk zêde dibin û wiha got: "Zêdeyî salekê ye em diyar dikin ku cihê herî zêde li dijî vê şewba vîrûsê bê parastin dimînin girtîgeh in. Gelek girtiyên nexweş û malbatên girtiyên nexweş serî li komeleya me didin. Ev yek rewşa girtiyên nexweş û girtîgehan li pêş çavan radixe. Di vê serdemê de înfaz tên şewitandin û dirêjkirina ceza dihêlin wîjdanê komîsyona girtîgehê. Bi hezaran girtiyên edlî serbest hatin berdan, lê girtiyên nexweş nayên berdan. Mafê wan ê jiyanê û tenduristiyê di bin talûkeyê de ye." 

Acettin, anî ziman ku Tenzîle Acar ji 21'ê Adara 2017'an de li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê girtî ye û tenduristiya wê ne baş e. Acettin, xwest Acar û hemû girtiyên nexweş bên berdan.