Girtiyên MLKP’ê jî dest bi greva birçîbûnê dikin

Girtiyên MLKP’ê bi armanca piştgirîdayîna grevên birçîbûnê yên ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di nabvera 3-8’ê Çileyê de dest bi greva birçîbûnê dikin.

Girtiyên ji doza Partiya Komunîst Lenînîst Marksîst (MLKP) yên li girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 3’ê Çileyê dest bi greva birçîbûnê dikin.

Girtiyên MLKP’ê daxuyaniyek nivîskî dan û ev tişt diyar kirin:

“Em girtiyên ji doza MLKP’ê ji bo piştgirîdayîna çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven a ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dayî destpêkirin, di navbera 3-8’ê Çileyê de greva birçîbûnê didin destpêkirin.

Daxwazên Leyla Guven rewa ne û divê pêk werin.

Divê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin.”