Girtiyên MLKP'ê: Ev serfirazî mizgîniya serfiraziyên nû ye

Girtiyên MLKP'ê berxwedana li dijî tecrîdê ku 200 rojan dom kirî û bi serfiraziyê bi encam bû slav kir.

Girtiyên ji doza Partiya Marksîst  Lenînîst Komunîst (MLKP) têkilî greva birçîbûnê û rojiya mirinê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi serfiraziyê bi encam bû, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Berxwedana me ya Greva birçîbûnê û rojiya mirinê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi serfiraziyê bidawî bû.

Ev berxwedana ku bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kirî bi berdêlên jiyanê geş bûye, bi rihê fedayî yê Zulkuf, Medya û Yoncayan, bi biryardariya dayikên me yên çarikspî û bi berxwedana bi hezaran gritî heta bi îro hatiye.

Ev berxwedana biryardar ku 3 demsalan ajotî li ber girtîgehan li kuçeyan berbelav bûye, bi vîna yên ku bi berxwedanê li diî bêhêvîdiyê li ber xwe didin mezin bûye û bi ser ketiye.''

Bi berdewamî hate gotin girtiyên MLKP'ê bê dudiliyekê bûne parçeyek ji vê berxwedana dijî tecrîdê û hate gotin, ''Em pê şanaz û kêfxweş in ku bûne parçeyek ji vê berxwedanê û serfiraziyê.''