Girtiyên li Sîncanê nabin nexweşxaneyê

Girtiyên siyasî yên li ser banga KCK'ê dest ji greva birçîbûnê berdan, divê bibin nexweşxaneyê, lê di vî warî de hîn gavek nehatiye avêtin.

Greva birçîbûnê, ku zêdeyî 60 rojî dewam kir, piştî daxuyaniya 'gihîşt armanca xwe, biqedînin' a KCK'ê, bi dawî bû. Tevî ku girtiyên siyasî bi vê bangê greva birçîbûnê qedandin jî, helwesta dewletê neguherî.

Li Girtîgeha Sîncanê, rêveberiya girtîgehê li şûna ku girtiyên di grevê de bûn rake nexweşxaneyê, gefan li wan dixwe û dibêje, "Em ê we nebin nexweşxaneyê, hûn ê berdêla vê greva birçîbûnê bidin." Hat ragihandin, rêveberiya girtîgehê girtî ranekirine nexweşxaneyê.

Girtiyan bi rêya malbatên xwe bang li raya giştî kirin, ku hişyar be û bi berpirsyarî rabe.

PARLAMENTERA HDP'Ê ERTAN, EV YEK PIŞTRAST KIR

Parlamentera HDP'ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan der barê mijarê de agahî da û got, "Li ser mijarê me hevdîtin kir. Navenda me ya giştî mijarê ji nêz ve dişopîne. Hevdîtin bi rayedarên Wezareta Edaletê re hate kirin. Hewldanên me yên ji bo çareserkirina pirsgirêkê dewam dikin. Agahiyên ku hatine weşandin, rast e. Li girtîgehê rewşeke bi vî rengî heye."