Girtiyên li Girtîgeha Tarsûsê: Ewlehiya canê me nîn e

Girtiyên li Girtîgeha Tarsûsê ragihandin ku ji bo hejmartina leşkerî ya li ser lingan qebûl nekirine hatine derbkirin û girtîgehê ew avêtine hucreyan û gotin “Ewlehiya canê me nîn e.”

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T ya hejmar 2 ya Tarsûsê di hevdîtina bi rêya telefonê ya heftane ya bi malbatan re qala binpêkirinên mafan kirin.


Girtiyan wiha gotin; “Rojnameyan nadin me. Li girtîgehê bênavber rewşeke provokasyon û êrîş heye. Sêşema borî ji ber ku me hejmartina li ser lingan a şêweyê leşkerî qebûl nekir, gardiyanan bi ser qawûşan de girt û êrîşî me kirin. Gelek hevalên me birîndar bûn. Di laşê wan de şopên derbê hene. Revîr jî tune. Me derb dikin û dixin nava hucreyan. Ewlehiya canê me nîn e. Em banga hestiyarbûnê li raya giştî dikin. Bila malbatên me girtîgehê gilî bikin.”