Girtiyên li ber 'yek rengî' radibin tên sirgûnkirin
Li gorî agahiyan, 48 girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê çend roj berê sirgûnî girtîgehên Xarpêrt û Tarsûsê hatine kirin.
Li gorî agahiyan, 48 girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê çend roj berê sirgûnî girtîgehên Xarpêrt û Tarsûsê hatine kirin.
Nûçegihan Şerîfe Orûç jî di nav de 48 girtî çend roj berê ji Mêrdînê hatin sirgûnkirin.
Li Girtîgeha Mêrdînê ku li dijî 'kincê ji yek rengî' û zextan girtiyan biryar dane mehekê dernekevin hevdîtinê, 48 girtî sirgûnî girtîgehên Xarpêt û Tarsûsê hatin kirin.
Li gorî agahiyên ji parêzeran hatin girtin, sirgûn dikarin vê hefteyê jî bên kirin.