Girtiyên jin: Em jiyaneke bê Ocalan napejirînin!

Jinên girtî yên li Girtîgeha Jinan a Kayseriyê ketine berxwedana greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger gotin, heta tecrîdkirina Ocalan ranebe, wê dawî li çalakiya xwe neynin û dev ji daxwazên xwe benedin. 

Li Girtîgeha jinan a Kayseriyê jinên dîlgirtî bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 5’ê Çile ve di greva birçîbûnê de ne. Berxwedêrên di grevê de Bêrîvan Bitmen, Maşallah Erbey û Mêrgê Polat û Sînem Oguz, Yazgul Şahîn û Yaprak Taşçî ku ji 25’ê Çile ve di grevê de ne, bang li raya giştî kirin. Girtiyên ku her roja diçe rewşa wan a tendirûstiyê girantir dibe ji her kesî xwestin ku dengê wan bibîhizin. 

Malbatên ku 5’ê Adarê bi xizmên xwe re hevdîtin pêk anîn, diyar kirin ku berxwedêr bi zorê li ser piyan dimînin, gelek kîlo dane û di laşên wan de birîn derketine. Girtiyên ku bi riya malbatên xwe agahî dayîn gotin, “Ligel pirsgirêka tansiyonê, lêdana dil heta 60’î ketiye. Şekirê me kêm e. Vîtamîn li gorî pêwîstiyê nayên dayîn. Bi awayekî keyfî rojnameyan nadim me. Ji 1’ê Adarê ve hevalên din jî tevlî çalakiya me bûn. Moralê me bilind e. Em ê vê berxwedana xwe bi serkeftinê tacîdar bikin.” 

Girtiyan da zanîn ku daxwazên wan mafdar û rewa ne û wiha domandin, “Em berxwedan û çalakiyeke rewa dikin. Çalakiya me her ku diçe berbelav dibe. Divê her kes piştgirî bide vê çalakiya me. Heta ku Ocalan azad nebe wê çalakiya me bidome. Heta ku daxwazên me neyên qebûlkirin wê bidome. Em ê bi ser bikevin. Em jiyaneke bê Ocalan napejirînin. Hem malbatên me hem jî raya giştî divê deng bide dengê berxwedana me. Heke mirin be jî em ji daxwazên xwe dest bernadin.”