Girtiyên ji doza PKK’ê: Dixwazin em çalakiya wekî ya Rihayê pêk bînin
Girtiyên ji doza PKK’ê: Dixwazin em çalakiya wekî ya Rihayê pêk bînin
Girtiyên ji doza PKK’ê: Dixwazin em çalakiya wekî ya Rihayê pêk bînin
Girtiyên ji doza PKK'ê girtî yên Girtîgeha Tîpa M ya Înebolu diyar kirin ku, hemû mafê wan yê demokratîk tê binpêkirin û rêveberiya girtîgehê bi awayekî keyfî tev digere. Girtiyan anîn ziman ku, rêveberiya girtîgehê bi pêkanîn û helwesta xwe wan hewil dide duwemîn bûyera Girtîgeha Rihayê pêk bê. Girtiyan bang li Wezareta Dadê kir û xwest li wir lêkolîn bike û daxwazên wan li ber çavan bigire.
Girtiyên ji doza PKK'ê yên li Girtîgeha Tîpa M ya Înebolu diyar kirin ku, li girtîgehê her ku diçe binpêkirina mafan zêde dibe û bang li Wezîrê Dadê kir ku bi lezgîn tedbîrê bigire. Girtiyan diyar kirin ku, nameyên wan tên desteserkirin û hemû mafê wan yê demokratîk û zagonî bi awayekî keyfî tê astengkirin. Girtiyên ku rastî binpêkirina mafan hatin nameyek ji ajansa DÎHA're şandin zextên li ser wan tên meşandin vegotin. Girtiyan da zanîn ku hemû mafê wan tê binpêkirin û bi taybemtî piştî gireva birçîbûnê zext zêdetir bûne.
Girtiyan da zanîn ku hemû daxwazên wan tên redkirin û bi awayekî keyfî tên astengkirin. Girtiyan anîn ziman ku, zextên li ser wan tên meşandin li dijî zagon û mafên mirovane dema nerazîbûnên xwe tînin ziman dîsa rastî zextan tên.
Girtiyan da zanîn ku, ger daxwazên wan li ber çavan neyên girtin û pirsgirêkên wan çareser nebin, dê duyemîn bûyrên girtîgeha Rihayê pêk bê.
Girtiyên ku bang li Wezîrê Dadê kir û xwest pirsgirêkên wan çareser bikin pêkanîn zextên li ser xwe wiha rêz kirin
"* Mafê ku Wezaretê di rêziknameyê de mafê 10 demjimêr çalakiyên sportif, atolye, pirtûkxane hwd) dayî tên astengkirin.
* Av bi teqsitan tê dayîn û pêdiviya girtiyan çareser nake. Ava tê dayîn jî tev herî û qirêj e. Ji bo pêdiviya avê nayê çareserkirin pirsgirekên paqijî û tenduristiyê jî derdikevin holê.
* Li girtîgehê hefteyê tenê demjimêra ava germ tê belav kirin. Ava ku lazime her rojê 5-10 deqîqeyan bê dayîn, tenê hefteyekê demjimêrekê tê dayîn.
* Ji bo xwarinê kevçiyên plastik tên belavkirin û ev dibe sedema nexweşiyên kanserê.
* Masa û kursiyên li girtîgehê hatine komkirin nadin me.
* Alav û amûrên li kantînê hem bê fîş û hem jî bi buhayê sosret tên firotin.
* Di ketin û derketina girtîgehê de li ser navê lêgerînê îşkence tê kirin.
* Girtiyên ku tên vê girtîgehê hemû alav û amûrên wan ên wekî pirtûk, lênûs û alavên taybet bi awayekî keyfî tên desteserkirin.
* Doktorê ku ji 15 rojan carekê tê revîrê girtiyan derman nake û nexweşan ji ser serê xwe davêje. Recetan li gorî keyfa xwe dinivîse.
* Girtîgeh nanê xwe yê firinê bi xwe çêdike. Lê gramên nan kêm çêdike û giramên zêde dimîne jî dikin simît û ji bo xwe difiroşin.
* Pereyên ku ji aliyê malbatan ve tên razandin, ji aliyê rayedarên girtîgehê ve li bankê tên razandin û faîza wî tê girtin.
* Girtiyekî edlî yê ku şaşiyekê dike ji bo wî hemû girtiyan ceza dike.
* Ji bo ku me xwest tecrîd ji ser Rêberê me bê rakirin û me hevdîtin red kir cezayê dîsîplînê li me hat birîn.
* Mafê me yê qursên tembûr, satranç, Îngîlîzî tê binpêkirin.
* Şev nîvê şevê di demjimêr 00.00'an de hêjmartinê dikin û destûr nadin ku em bi aramî razên.
* Rêveberiya girtîgehê li hemberî daxwazên me bê bersiv dimîne û nabe bersiv."