'Girtiyên edlî anîna bi tekbîrê êrîş kirin'

Parlamentera HDP'ê Ata da xuyakirin ku îdareya Girtîgeha Amasyayê girtiyên edlî li hemberî girtiyên siyasî birêxistin kiriye û mijar xist rojeva Meclîsê.

Parlamentera HDP'ê Ata da xuyakirin ku îdareya Girtîgeha Amasyayê girtiyên edlî li hemberî girtiyên siyasî birêxistin kiriye û mijar xist rojeva Meclîsê.

Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, der barê binpêkirina mafên girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Amasya de diyar kir ku Îdareya Girtîgehê girtiyên edlî sor kiriye û daye êrîşkirin. Ata li ser vê mijarê pêşniyar pirsek pêşkêşî Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag kir û bersiva van pirsan jê xwest:

"Der heqê binpêkirina mafan û zextên li girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa E ya Amasyayê de, ti gilî gihaştiye wezareta we?

Der heqê karmendê sereke U.K. û karmendên de, ji ber ku êrîşî girtiyên siyasî kirine, lêkolîn hatiye destpêkirin? Eger hatibe kirin, çi encam peyda bûne?

Li ser îdîayên ku dibêjin gardiyanan bi ço û mertalan êrîşî odeya girtiyên siyasî kirine, ti lêpirsîn hatiye destpêkirin?

Ji bo pêşîgirtina êrîşên li hemberî girtiyan, wezareta we difikire ku tedbîran bigire?"