Girtiyê xirab hate emeliyatkirin nayê dermankirin
Girtiyê xirab hate emeliyatkirin nayê dermankirin
Girtiyê xirab hate emeliyatkirin nayê dermankirin
Hat zanîn ku, girtiyê ku di girtigeha Şakran ya Tîpa hêjmar T-2 de Şahbaz Sumbul ji prostatê hatibû emeliyatkirin, emeliyata wî bi serkeftî derbaznebûye dîsan êşê dikişîne û nayê dermankirin.
Şahbaz Sumbulê ku di girtigeha Îzmîrê ya saziya înfazê Aliaga ya Şakran a Tîpa hêjmar T-2 dimîne li ser rewşa xwe û tiştên ku jiyan dike nameyek nivîsand. Sumbul di nameya xwe de wiha got: "Di salên 1991'an de ez bi qasî 9 sal û nîvê di girtîgehê de mame û di salên 2006'an de dîsan hatim girtin. Evqas sale ez di girtigehê de mam, min tu caran qasî niha êş ne kişandiye. Pirsgirêkên min yên prostat çêbûn û ez di Adara 2012'an de emeliyat bûm, lê emeliyata min bi serkeftî derbaz ne bû. Ji ber ku ji prostatê xirab emeliyat kirbûm hin ji êşên wê dikişînim û nayêm dermankirin. Dema ku ez emeliyat bûm hin emeliyata min baş ne bûyî ez ji girtigeha Sêrtê sirgun kirim. Di dema sirgunê de dermanên min winda bûn û dermanên ku di recetê de hatinbûn nivîsîn jî tu başiya xwe li ser min ne kir."
Sumbul da zanin ku, ew nikare bi şev rakeve û got: "Ez bi şevê nikarim rakevim û îşkenceya ku min dîtî ez di ferqê de nînim. Di nexweşxaneyên Îzmîrê de ji nexweş zêdene û zêde bi nexweşan re eleqeder nabin. Li rexmî ku ez bi giranî hatime emeliyat kirin û emeliyata min baş derbaz ne bûye jî hindek dermanên ku kêrî nexweşiya min neyên dane min. Ez her demê bi vê rewşa xwe di nava îşkenceyekê de jiyan dikim. Birînên min bi dayîna çend dermana çênabe. Ev kiryar jî tên wê wateyê ku li girtigehan nexweşên weke min ji çawa tên dermankirin tê zanîn. Ma qey dermankirinekî weke ya mirovan ji bo me zêde dibînin.
Ji bo êşa biçûk ya diranekê û li gel gelek êş û nexweşiyên din em li berxwe didin lê ev nexweşiya min ez her dem îşkencê pê dikişînim. Her çende me suç ji kiribe em mirovin ji bo wê jî bila her kes li hemberî van kiryaran şiyarbin.”