Girtiyê siyasî yê kurd Gulperîpur hate darvekirin

Girtiyê siyasî yê kurd Gulperîpur hate darvekirin

Hate  zanîn duh di saetên sibehê de girtiyê siyasî yê Kurd Hebîbulla Gulperîpur ji hûcreya yek kesî birine beşa qerentîna ya darvekirinê. Bavê Hebîbulla Nasir Gulperîpur; ‘Vê sibehê hinek çavkaniyên îtlaatê ji mere gotin kurê te hate darvekirin.”

Girtiyê siyasî yê Kurd Hebîbulla Gulperîpur di sala 1987’an de li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye, di 27’ê Îlona 2008’an de dema ku ji Mihabadê berbi Urmiyê ve bi rêket, ji aliyê hêzên Îranê ve hate girtin. Piştî çend mehan di girtîgehên Sine û Kirmanşahê de rastî gelek zext û îşkenceyan hat, ji aliyê dadgeha bajarê Mihabadê ve bi hinceta ku endamê Partiya Jiyana Azad a Kurdistan PJAK’ê ye û di rêxistinkirina dayîkên aştiyê yên Mihabadê de cihê xwe girtiye, cezayê darvekirinê lê hate birîn.

Li gorî çavkaniyên ANF’ê ji bavê Hebîbulla Nasir Gulperîpur vê sibehê wergirtine, bavê Hebîbulla  wiha dibêje: “Piştî ku min xebera bi darvekirina kurê xwe bihîst min serdana zindana Urmiyê kir û li vir ji minvre gotine me kurê te darvekiriye.”

Li gorî heman daxuyaniyên Nasir Gulperîpu dibêje: “ Heya niha rayedaran tu daxuyaniyek fermî di dervbarê darvekirina wî de nedane. Lê hinek dibêjin hatiye bi darve kirin û cenazeyê wî di morga girtîgehê de tê hiştin. Ne dihêlin em herin jor bibînin, ne jî cenazeyê me didine me.”

Hate zanîn ku malbata Hebîbulla niha li ber derê girtîgeha Urmiyêye û li benda daxuyaniyek ya rayedarên girtîgehê mane.

Hêjayî gotinêye ku biryara bi darvekirina Hebîbulla Gulperîpur di dadgehek di nava çend deqeyan de hatibû dayîn, ji ber nerazîbûna li himber vê biryara dadgeha bilind a Îranê Hebîbulla Gulperîpur dema girtigeha Urmiyê debû, dû caran ketibu greva birçîbûnê.