Girtiyê nexweşê penceşêrê Kemal Avci jiyana xwe ji dest da

Kemal Avci yê nexweş ê girtî ku sala 2016’an li Girtîgeha Silîvrî yê hate berdan, li nexweşxaneya dermankirina nexweşiya penceşêr a mîdeyê dibir, jiyana xwe ji dest da. Dewletê, bi girtina Avci ya çend caran ew êşkence dikir.

Girtiyê nexweş Kemal Avci piştî di 2013’an de ji Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê hatibû berdan, di Nîsana 2016’an de bi îdaya “Endamê rêxistinê ye” û “Propagandaya rêxistinê kiriye” 12 sal ceza lê birîn û şandin Girtîgeha Hejmara 2’emîn a Tîpa L a Sîlîvrî yê. Avci yê ku nexweşiya penceşêra mîdeyê hebû , dozger cezayê wî taloq kir û di 11’ê Tîrmeha 2016’an de hatibû berdan. Avci yê li Nexweşxaneya SSK’ê ya Okmeydani dihat dermankirin, di saetên nîvro de jiyana xwe ji dest da.

2 CAR DIN JI HATIBÛ GIRTIN

Kemal Avci di sala 2011'an de li Girtîgeha Tîpa F a Kandiriyê nexweşiya pençeşêr a mideyê girt, di sala 2012'an de li pêşiya Nexweşxaneya SSK a Okmeydani hat binçavkirin û şandin Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê.

Kampanyayên ku ji bo Avci hatî kirin bi encam bû û Avci di sala 2013'an de hat berdan. Lê belê di meha Nîsanê de carek din hat girtin û şandin girtîgejê. Avci di 11'ê Tîrmeha 2016'an de ji Girgîgeha Tîpa L a Hejmar 2’emîn a Silivrî yê hatibû berdan.