Girtiyê nexweş Sabri Kaya serbest hat berdan

Girtiyê nexweş Sabri Kaya serbest hat berdan

Girtiyê nexweş Sabrî Kaya ku li Girtîgeha Tîpa F- 2 a Sîncanê dima serbest hat berdan.

Li girtîgehên bi sedan girtiyên nexweş ku ku gelek nexweşiyên giran bi wan re hene, ji bo serbest bên berdan serî li gelek rayedarên dewletê didin. Hin girtî li girtîgehan jiyana xwe ji dest didin, hinek girtî jî piştî demek pir dirêj ku nexweşî li wan pir giran dibe serbest tên berdan. Yek ji van girtiyên nexweş Sabrî Kaya ku li Girtîgeha Tîpa F- 2 a Sîncanê dima serbest hat berdan. Kaya ku bi nexweşiya dil bû, serî li saziya tipa Edlî dabû. piştî Saziya Tipa Edlî bersîv da raporê Kaya serbest hat berdan.