Girtiyê nexweş M.Alî Çelebî yê hatibû berdan jiyana xwe ji dest da
Girtiyê nexweş Mehmet Alî Çelebî yê ji ber giranbûna nexweşiyê di 25’ê Tebaxê de hatibû berdan, li nexweşxaneya ku dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.
Girtiyê nexweş Mehmet Alî Çelebî yê ji ber giranbûna nexweşiyê di 25’ê Tebaxê de hatibû berdan, li nexweşxaneya ku dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.
Girtiyê nexweş Mehmet Alî Çelebî yê ku 25’ê Tebaxê ji ber giranbûna nexweşiya wî ji Girtîgeha Sîncan a Enqereyê hatibû berdan, li Nexweşxaneya Bajêr ya Başakşehîr ya Çam Sakûra dihat dermankirin.
Li wir piştî hat tesbîtkirin ku penceşêra wî ya xwînê xwe belavî pişkên wî kiriye ew girtin beşa lezgîn û awarte. Lê girtiyê nexweş ê 70 salî Mehmet Alî Çelebî jiyana xwe ji dest da.