Girtiyê nexweş Kemal Avci hat berdan
Girtiyê nexweş Kemal Avci hat berdan
Girtiyê nexweş Kemal Avci hat berdan
Girtiyê nexweş Kemal Avci, piştî ku serlêdana parêzeran a ji ber pirsgirêkên wî yên tenduristiyê ji aliyê dadgehê ve hat qebûlkirin, hat berdan.
Daxwaza berdanê ya parêzerên nexweşê kansera mîdeyê Kemal Avci yê li Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê tê ragirtin, ji aliyê dadgehê ve hat qebûlkirin. Li dû kar û barên pêwîst, Avci hat berdan. Avci ku ji aliyê xizmên xwe ve li ber girtîgehê hat pêşwazîkirin got, "Ji ber vê nexweşiyê diviyabû ez rojekê jî li girtîgehê nehatibama ragirtin. Li pêşberî hikûmeteke ku li gorî qanûnên xwe jî tevnagere, heye. Ji roja girtinê û vir ve pirsgirêkên min ên tenduristiyê hene. Rêveberiya girtîgehê, pêşî li tedawiya min girt. Dibêjin kansera mîdeyê gihaştiye qonaxa sêyemîn. Ezê hewl bidim bi malbata xwe re van pirsgirêkan çareser bikim."
Hat hînbûn, Avci wê li Stenbolê tedawiya xwe dewam bike.