Girtiyê nexweş Kaya serbest hat berdan

Girtiyê nexweş Kaya serbest hat berdan

Girtiyê nexweş Sebrî Kaya ku li Girtîgeha Tîpa F- 2 a Sîncanê dima serbest hat berdan.

Li girtîgehên Tirkiyeyê bi sedan girtiyên nexweş ku gelek nexweşiyên giran bi wan re hene, ji bo serbest bên berdan serî li gelek rayedarên dewletê didin. Gelek ji van nexweşan jiyana xwe ji dest didin û dîsan nayên berdan. Girtiyê nexweş Sebrî Kaya ku li Girtîgeha Tîpa F- 2 a Sîncanê dima serbest hat berdan. Kaya ku bi nexweşiya dil bû, serî li saziya tipa Edlî dabû. piştî Saziya Tipa Edlî bersiv da raporê Kaya serbest hat berdan.