Girtiyê nexweş jiyana xwe ji dest da

Cemal Tanhan ê ku di asta çaremîn de bi kanserê bû û piştî ku felç bû biryara berdana wî hate dayin, piştî 43 rojan jiyana xwe ji dest da.

Girtiyê bi nexweşiya giran Cemal Tanhan (68) ku 30 salan girtî bû, di 23'ê Cotmehê de piştî ku felç bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Îzzet Baysal a li Bolûyê. Ji wir jî di 27'ê Cotmehê de rakirin Beşa Cerrahî ya Giştî ya Nexweşxaneya Bajêr a Eskîşehîrê.

Tanhan ê ku 6'ê Mijdarê hate berdan, li Nexweşxaneya Bajêr a Eskîşehîrê dihate dermankirin.

Cemal Tanhan ku di asta çaremîn de bi kanserê bû, nexweşî li tevahiya bedena wî belav bûbû. Di dema dermankirinê de jî nekarîbû biaxiviya.

Tanhan piştî 43 rojan jiyana xwe ji dest da.