Girtiyê nexweş Avci sewqî nexweşxaneyê kirin
Girtiyê nexweş Avci sewqî nexweşxaneyê kirin
Girtiyê nexweş Avci sewqî nexweşxaneyê kirin
Girtiyên nexweşê pençeşêrê Kemal Avci, rewşa wî giranbû û rakirin nexweşxaneyê.
Girtiyê nexweşê pençeşêrê Kemal Avci ku nexweşiya wî giranbû ji Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê sewqî Fakulteya Tîpê ya Zanîngeha Trakyayê y a Edîrneyê hat kirin.
Doktoran diyar kir ku Kemal Avci yê rewşa wî giran bûye, nexweşiya wî ketiye asta sêyemîn.
Parêzera Avci, Aycan Çîçek ku herî dawî di 22’ê Tebaxê de muvekîlê xwe dît wiha got: “Wê şevê ji ber ku xwîna wî çû rakirin nexweşxaneyê. Roja înê dîsa xwîn jê çûye. Rewşa her diçe girane û divê di şert û mercên girtîgehê de nemîne.
Avci hefteya borî 5 rojan di tedawiya kemotepî dîtibû piştre dîsa şandibûn girtîgehê.
NAYÊ TAHLIYEKIRIN
Daxwaznameyên ji bo Avci tên dayîn, şûnde lê vedigerînin û parêzeran herî dawî di 18’ê Tîrmehê de bi daxwaza tahliyekirinê serî li 22’emîn dadgeha Cezaya Giran dabû.
Dadgehê destpêkê ji bo rapora tenduristiyê ya Avci biryar da sewqê Saziya Tipa Edlî bê kirin û piştre dîsa dest ji biryarê berda bû. Di vê pêvajoyê de ji ber rewşa Avci giran bû hat amelyat kirin û ji 4’an 3 mîdeya wî hatibû girtin.
DANIŞÎN DI 10’Ê ÎLONÊ DE YE
Kemal Avci bi hinceta ku tevli daxuyaniya çapemeniyê ya li ber Nexweşxaneya Okmeydanî ku ji bo xwedî derketina li Nebîha Araci pêk hat, hat girtin. Danişîna Avci di 10’ê îlonê de ye û bi îdiaya ‘endamê DHKP/C’ tê darizandin.