Girtiyê ku xwe şewitandibû di revîrê de destê wî ji paş ve kelepçekirî tê tedawîkirin

Li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Eregliya Konyayê girtiyê bi navê Yakûp Brûkanli ji bo şertên tecrîda giran û binpêkirinên şermezar bike xwe şewitandibû. Hate ragihandin Brûkanli di revîrê de destê wî ji paş ve kelepçekirî hatiye tedawîkirin.

Yakûp Brûkanlî jî di nav de bi dehan girtiyan dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Li dijî binpêkirinên mafan û şertên giran ên tecrîdê, 40 girtî ji 4’ê Cotmehê û vir ve di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne.

Yek ji çalakvananYakûp Brûkanli yê ji Rojhilatê Kurdistanê di 28’ê Cotmehê de xwe şewitandibû.

Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (ÖHD) Şaxa Mêrsînê ku li ser serlêdana malbatê bi Brûkanli re li Girtîgeha Eregliyê hevdîtin pêk anîn. Parêzeran ragihandin ku 40 girtî li girtîgehê di hucreyên yekkesî de tên ragirtin.

Parêzeran der barê tenduristiya Brûkanli de ev agahî dan: “Di asta duyemîn de bedena wî şewitiye. Tevahiya milê rastê û pişt û tiliyên herdu destan şewitine. Li pişta wî ji ber şewatê goş xuya dike. Nikare milê xwe yê rastê bi kar bîne. Di heman rojê de ew dîsa anîne girtîgehê û xistin hucreyê. Niha bi Osman Pinç re di heman odeyê de dimîne. Ew nebirine nexweşxaneyê, li revîrê tê tedawîkirin. Dema dibin tedawiyê destê wî dixin kelepçeyê. Dibe ku enfeksîyonê bigire. Brûkanli ji bo çûna nexweşxaneyê serlêdan kiriye lê wî nabin nexweşxaneyê. Bijîşkê girtîgehê gotiye, ne hewce ye wî rakin nexweşxaneyê.”

Parêzeran bertek nîşan dan ku bi hinceta cezayê dîsîplînê destûr nayê dayîn ku Brûkanli bi malbata xwe re hevdîtinê bike.