Girtiyê bi penceşerê ketiye Ayik nehate berdan

Rûniştina doza Devrîm Ayikê bi penceşera kolonê hate kirin. Ligel ku kesên li ser wî îfade dabûn, îfadeya xwe vekişandin jî Ayik nehate berdan.

Devrîm Ayik ê bi penceşera kolonê ketiye jî di nav de derbarê 11 xwendekaran bi îddîaya ‘endamên rêxistinê ne’ doz hatibû vekirin. Rûniştina 2’emîn a dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 10’emîn a Entalyayê hate kirin. 3 kesên berê îfade dabûn bi rêya SEGBÎS’ê tevlî rûniştinê bûn. Her 3 kesan jî diyar kirin ku ji ber zext û êşkenceya polîsan wan li ser Ayik îfade dane û diyar kirin ku ew Ayik nas nakin.

Heyeta dadgehê biryar da ku Ayik neyê berdan û rûniştin taloqî 2’ê Nîsanê kir.