Girtiyan bang kirin ku bi ruhê 14'ê Tîrmehê têkoşîn bê bilindkirin
Denîz Kaya bi navê girtiyên PKK û PAJK'ê daxuyaniyek weşand û ji bo bilindkirina têkoşînê bi ruhê serketinê û berxwedana fedayî ya 14'ê Tîrmehê bang kir.
Denîz Kaya bi navê girtiyên PKK û PAJK'ê daxuyaniyek weşand û ji bo bilindkirina têkoşînê bi ruhê serketinê û berxwedana fedayî ya 14'ê Tîrmehê bang kir.
Girtiyan, derbarê salvegera 38’emîn a rojiya mirinê ya 14’ê Tîrmehê daxuyanî da. Li gorî nûçeya ku Ajansa Nûçeyan a Firatê derbas kiriye, li ser navê girtiyên PKK û PAJK’ê Denîz Kaya, bal kişandiye ser berxwedana 14’ê Tîrmehê û bertek nîşanî operasyonên li dijî Komeleyan Jinan a Rosayê û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) da. Kaya, banga bilindkirina têkoşînê kir.
Kaya, bal kişand ser têkoşîna Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek ku di berxwedana rojiya mirinê ya 14’ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest dabûn û ev tişt got: “Zarokên şêrgele yên vê erdnîgariyê gotine, ‘Bi qasî ku di oxira wê de bimirim ji jiyanê hez dikim” û li dijî îxaneta ku li wan hatiye ferzkirin jî gotine, ‘Radestkirin mirov dibe îxanetê û berxwedan jî mirov dibe serkeftinê’. Şervanên azadiya mezin ku bi vê hişmendiyê tevgeriyane berxwedana kirine qewna tirsê ya faşîzmê.”
Di berdewamê de Kaya, destnîşan kir ku tifaqa AKP-MHP’ê berdewamkarên darbeya 12’ê Îlonê ne û derbarê wan ev nirxandin kir: “Ji bo çeteyên xwe sererastkirina qanûna înfazê kirin, şertê wekheviyê bin pê kirine û li dijî girtiyên siyasî li girtîgehan êrîş zêde bûne. Bi pandemiyê re tu bergirî nehatin girtin, hevalên me yên girtiyên nexweş nebirine tedawiyê, şehadeta wan çêbû. Tê xwestin ku Tirkiye û Kuristan wergere girtîheke mezin û bi pêkanînên antidemokratik gel bikeve bin kontrola wan û polîtîkayên mêtînkar û qirkirinê bi israr bên berdewamkirin. Operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî Komeleyan Jinan a Rosayê û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û êrîşên li hemberî cenaze û goristanan encama vê polîtîkayê ne.
Kaya, diyar kir ku AKP-MHP li hundir polîtîkaya “faşîzmê” û li derveyî welat jî polîtîkaya “dagirkirinê” dişopîne û divê li dijî êrîşên li ser Şengal, Mexmûr û Heftanînê di bingah yekitiya neteweyî de xwedî li destkeftiyên kurdan bê derketin.
Kaya, bi lêv kir ku “Berxwedana Mezin a Girtîgehê ya 14’ê Tîrmehê” hînê wan kiriye ku divê di şertên zor de jî di pratik û sekna şoreşger de jî tavîz neyên dayîn û bal kişand ser ser pergala tecrîdê ya li Îmraliyê û ev tişt anî ziman: “Rihê 14’ê Tîrmehê, di salên 2012-2018-2019’an de careke din bi berxwedana fedaî ya rêhevalên Zulkuf, Ayten, Zehra, Medya, Mahsûn, Sîraç, Yonca, Ûgûr, Umît û Îrfan derket holê.”
Kaya, destnîşan kir ku ji bo Ocalan bigihÎje şertên “azad bijî û bixebite” divê “berxwedana fedaî ya 14’ê Tîrmehê û rihê serkeftinê bê bilindkirin.