Girtiyan avêtina hucreyê ya Aydin û Demîralp protesto kirin

Ji ber ku Rahşan Aydin û Mesîl Demîralp ên di greva birçîbûnê de xistine hucreyê, girtiyên jin nerazîbûn nîşan dan û diyar kirin ku ew ê neçin kontrola tendirustiyê ya rojane.

Ji ber ku rêvberiya girtîgehê Rahşan Aydin a ku li hemberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 26’ê Kanûna 2018’an de li Girtîgeha Jinan a Girtî ya Şakranê di greva birçîbûnê de ye û Mesîl Demîralp xistine hucreyê ya ku ji 1’ê Adarê û vir ve di greva birçîbûnê de ye, girtiyên jin ev rewş protesto kirin.

Aydin piştî ku di 10’ê Nîsanê de cezayê wê hate qebûlkirin, ew xistibûn hucreya yekkes. Girtiyên jin ên ku bi wê re mabûn, ji bo Aydin û Demîralp name şandin. Di nameyê de hate diyarkirin ku herdu girtî, di hucreya yekkes de ne û ji ber ku Aydin 141 roj in di greva birçîbûnê de ye, ew ji tendirustiya wê bi fikar in. Girtiyan diyar kirin heta ku ji bo Aydin û Demîralp refakatvan were peydakirin ew ê kontrolên tendirustiyê yên rojane ya bi bijîşkan re pêk neyînin.

Girtiyan diyar kirin ku Aydin di 20 rojan de 4 kîlo li xwe kêm kiriye û xwînê vedireşe. Girtiyan gotin ku “Rahşan jî masûlkeyên wê diêşin. Di hucreyê de bi tena serê xwe nikare pêdiviyên xwe pêk bîne. Em dixwazin ya refakatvan bila pê re be yan jî bila wê bînin qawîşê. Lê sazî vê daxwaza me qebûl nake. Em jî heta ku daxwaza hevala me ya refakatvanekê neyê qebûlkirin em ê kontrolên tendirustiyê yên rojane qebûl nekin.”