Girtiya bi pençeşêrê: Bi hêviya mirinê ve hatime hiştin

Girtiya bi nexweşiya pençeşêrê Fatma Ozbay got nexweşiya wê di qonaxa sêyan de ye, dema pandemiyê pêvajoya tedawiyê sekiniyiye û got,''Ez bi hêviya mirinê ve hatime hiştin'', banga bihistyariyê kir.

Fatma Ozbay, girtiya bi nexweşiya pençeşerê, ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Şakranê dimîne bi nameyekê diyar kir ku ew bi hêviya mirinê ve hatiye hiştin.

Ozbay, pençeşêrê li singa wê daye. Heta niha 8 saetan kemoterapî û 25 saean radyo terapî dîtiye.

Ozbay di nameyê de diyar dike her ku diçe êşên wê lê girantir dibin, bi serê xwe nema dikare jiyana xwe bidomîne, bi rêya hevalên xwe yên koxuşê jiyana xwe didomîne.

Ozbay di nameya xwe de wiha dibêje: ''Di van şertan de tedawiya min ne pêkan e, ez bi hêviya mirinê ve hatime hiştin, ev bi rengekî aşkere xuya dike. Ji berku gelekî lê rawestiyam 6'ê Adarê ji min re hate gotin ku ez sewqî nexweşxanê kirm, lê nexweşxaneya ku ez ê biçimê nexweşxaneya pandemiyê ye. Ango nexweşxaneyeke bi vîrûê ye. Me ji doktor pirsî, doktorê onkolojiyê, got, ''Ez nabêjim were lê ez nabêjim newe jî. Heke tu dixwazî werî divê li hemû rîskan bifikirî û werî.''

Ozbay di nameya xwe de diyar dike ku ew bi serê xwe nikare jiyana xwe bidomîne, bi rêya hevalên xwe li ser piyan e, li gel ku rapora wê heye ku ji ber nexweşiyê nikare di hicreyê de bimîne jî ew nayê berdan.

Ozbay radigihîne ew 55 salî ye, ji ber nexweşiya wê ji bo vîrûsa koronayê ew nav koma  bi rîska zêde de ye, ji malbata xwe pir dûr e, ji bilî xwîşka wê ya yixtiyar kesekî wê tine ku lê guhdar be û ev rewş jî pir zorê li xwîşka wê dike. Ozbay ji ber van sedeman xwest ku wê li nexweşxaneyan têr û tije were razandin û ku ev nebe jî xwest ku cezayê wê were taloqkirin, heta ku tedawiya xwe bike. 
Ozbay her wiha ji raya giştî xwest ku bihistyar bin.