Girtinên li Amed û Wanê dewam dikin
Girtinên li Amed û Wanê dewam dikin
Girtinên li Amed û Wanê dewam dikin
Serdozgeriya Komarê ya Amedê da xuyakirin, ku bi îdîaya kuştina 4 alîgirên partiya HUR-DAVA'yê 17 kes hatine binçavkirin û ji van 8 kes hatine girtin. Li Wanê jî xwendekarekî hatibû binçavkirin, hat girtin.
Bi îdîaya ku tevî serhildanên 6-8'ê Cotmehê yên ji bo Kobanê bûne û eleqeya wan bi kuştina 4 endamên HUDA-PAR'ê hene, di serdegirtinên malan de duh bi şev 17 kes hatibûn binçavkirin. Di serdegirtinan de kesên bi navê H.A., R.B., A.G., M.D., C.Y., A.T., H.U., U.D., B.D., A.K., A.T., R.O., M.K., M.Ş.Y. û zarokên bi navê M.D., A.K.ve Y.O. hatin binçavkirin. Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi daxuyaniyekê ragihand ku 7 kesên din ên der heqê wan de biryara lêgerînê heye, hînê nehatine binçavkirin.
Dozgeriyê da zanîn ku hejmara girtiyên ji ber vê sedemê derketiye 4 kesan.
Li Wanê jî xwendekarekî din hat girtin. Ji 15 xwendekarên di operasyonên li hemberî xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê de hatin binçavkirin de 7 jê piştî lêpirsîna li Şaxê TEm a Midûriyeta Emniyeê ya Wanê, sewqî Edliyeya Wanê hatin kirin. Li dû îfadeya ji aliyê dozgeriyê ve hat girtin, 6 xwendekar serbest hatin berdan, lê belê xwendekarê bi navê Ferhat Denîz bi daxwaza girtinê radestî dadgehê hat kirin. Xwendekar Ferhat Denîz piştî darizandinê hat girtin û li girtîgehê hat bicihkirin. Bi girtina Ferhat Denîz re hejmara xwendekarên hatine girtin, derket 5'an.