Girtina rojnamevanên Îranê li Parlamentoya Swêdê ye

Girtina rojnamevanên Îranê li Parlamentoya Swêdê ye

Parlamenterê Partiya Karkeran a Sosyal Demokrat Olle Thorell, 14 rojnamegerên li Îranê hatibûn girtin û binpêkirina azadiya ramanê bir parlamentoya Swêdê.

Parlamenter Olle Thorell, bi armanca ku Wezîrê Derve yê Swêdê Carl Bildt bersiv bide pêşnûmepirsek da.  Thorell di pêşnûmeyê de balkişan ser binpêkirina azadiya ramên û girtina rojnamegeran.

Thorell di pêşnûmeya xwe de wiha got: “Divê hemû rojanmegerên li Îranê hatine girtin, bê şert bên berdan û divê li dijî mafên hatine binpêkirin rêzdar bin. Ligel protestoyên rêxistinên mafê mirovan û Efûya Rêxistinê ya Navnentewî Îran binpêkirina mafan didomîne. Rêxistina Efuyê û rêxistina mafê mirovan divê vê cidî bigire û her wiha  ji bo berdana rojnamegeran hun dê çi bikin.”

Parlamenter diyar kir ku carna hewldanên cîhana derve ya ji bo Îranê encamê dide û divê hikûmeta Swêdê helwesta xwe ya ji bo berdana rojnamegerên girtî nîşan bide.

Li aliyê din Parlamenterê Partiya Çep a Kurd Amineh Kakabaveh  diyar kir ku  li Îrana ku ev 35 sal e ji aliyê Molayan ve tê bi rêvebirin, azadiya çapameni û ramanê tune û hemû demokrat, sosyaslîst tên girtin.

Komîteya Parastina Rojnamegeran ya li New Yorkê ye meha borî rapora weşand û di raporê de diyar kir welatê herî zêde rojnameger lê girtînge Tirkiye ye û piştre jî Îrane .