‘Girtina Hayat Tv ne hiqûqiye’
‘Girtina Hayat Tv ne hiqûqiye’
‘Girtina Hayat Tv ne hiqûqiye’
Xebatkarên Hayat TV bertek nîşanî biryara girtina televîzyonê dan û diyar kirin ku, biryara derbarê wan de ne hiqûqî ye. Koordînatorê Hayat TV Mustafa Kara diyar kir ku, her tim kanal li hemberî fetisandina di nava tariyê ye û wiha got: "Dixwazin bi awayekî neheq û bêhiqûq kanala me bigirin. Sedema reşkirina ekranê wekî tunebûna lîsansê didin nîşan. Hinceta qaçax nîşan didin. Lê ger ku wisa be çawa 6 salin kanala me weşanê dike. Hemû îdîayên der barê me de neheq in. Ev nerast in û dixwazin dengê gel qut bikin û gel bêdeng bihêlin."
Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonê (RTUK)'ê duh bi hinceta "weşana qaçax kiriye û bê lîsans weşan kiriye" derbarê Hayat TV de biryara girtinê da. Derbarê biryara girtina Hayat Tv de xebatkarên Hayat Tv bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku, RTUK'ê biryarek keyfî daye û xwestiye dengê gel qut bikin. Xebatkarên Hayat Tv li Cemîyeta Rojnamegeran a Tirkiyeyê civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de Hunermend Ferya Oney, lîstikvan Orhan Alkaya, Serokê sendîkaya Çand û Hunerê ya girêdayî KESK'ê Haluk Tolga Îlhan, lîstikvan Asli Unguren, Nazip Uslu, Serokê Cemiyeta Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) Ercan Îpekçî amade bûn.
Di civînê de destpêkê Etîdorê Hayat TV Gokhan Çetin diyar kir ku, berê jî televîzyona wan hatibû girtin û wiha got: "Kanala me 6 salan ji Peyka Turksatê weşan kir. Lê niha RTUK wekî ku weşana qaçax kiriye nîşan dide. Çetîn da zanîn ku, dîsa di 2008'an de bê sedem û neheq qanala wan hat girtin û 22 rojan qanala wan girtî ma. Lê li gel hemû astengiyan em têkoşîna xwe berdewam dikim û em dê têbikoşin."
Piştre Koordînatorê Hayat TV Mustafa Kara jî bertekên xwe yên li hemberî girtina televîzyonê nîşan da û wiha got: 6 salin hewl didin ku bibin dengê karker, ciwan, jin zarok û xizanan. Hewl didin ku bibin dengê rewşenbir, hunermend û hemû gelan û wiha got: "Ji ber ku em bûn dengê her kesî em her tim rastî zext û zorê hatin. Her tim xwestin dengê me qut bikin. Niha jî RTUK dixwaze televîzyona dibe dengê gel qut bike. Dixwaze gel ji azadiya ragihandin û agahdarkirinê qut bike.
'GIRTINA KANALÊ NE HIQÛQÎ YE'
Kara destnîşan kir ku, biryara girtinê ya der barê televîzyona wan de ne hiqûqî ye û keyfî ye. Kara da zanîn ku, qanala wan ji 21'ê Adara 2007'an heta niha bi riya Peyka Turksatê weşanê dike û kanala wan bi awayekî bê hiqûqî tê qutkirin. Kara anî ziman ku diyar dikin ku, kanala wan 6 sal in bê lîsans û qaçax weşanê dike û wiha axivî: "Me ji bo lîsansê hemû serlêdan li RTUK'e kir. Lê em li benda erêkirina RTUK'ê ne. Zêdeyî 6 salane me ji bo lîsansê serî li RTUK'ê daye. Em disa dixwazin ku li lîsansa Yekitiya Ewropayê weşana xwe berdewam bikin. Ev biryarek keyfî û li dervê hiqûqê ye. Bi vê yekê dixwazin dengê gel qut bikinû el bê deng bihêlin.
Serokê TGS'ê Ercan Îpekçî jî bertek nîşanî girtina Hayat TV da û wiha got: "Azadiya çapemeniyê hatiye sansurkirin. RTUK'ê wekî amûrê sansurê bikar tinin. Di bûyerê Parka Geziyê de hatiye ditin ku gel împaratoriya tirsê ya li ser wî tê meşadin helweşandiye. Em dê her tim li pişt we bin." Xebatkarên kanalê jî yek bi yek bertekên xwe anîn ziman û piştgirî dan Hayat Tv.