Girtin têne şermezarkirin: Di asta herî bilind de têkoşîn!
Protestoyên bi mebesta şermezarkirina girtina Kişanak û Anlî didomin. Li Wan, Edene, Antalya, Mêrdin û Rihayê hate diyarkirin ku qeyûm wê rewa neyên dîtin û berxwedan were geşkirin.
Protestoyên bi mebesta şermezarkirina girtina Kişanak û Anlî didomin. Li Wan, Edene, Antalya, Mêrdin û Rihayê hate diyarkirin ku qeyûm wê rewa neyên dîtin û berxwedan were geşkirin.
Girtina Hevşaredaran li Wanê bi pêşengtiya Konfederasyona Sendîkayên Karkir û Şoreşger (DÎSK) bi daxuyaniyeke çapemeniyê hate şermezarkirin.
Serokê Şûbeya Wanê ya DÎSK’ê Omer Tekîn daxuyaniya çapemeniyê xwend û got, ‘’Em dixwazin diyar bikin, girtina hevserokên şaredariya Amedê ya bi korsanwarî, ablûka ya li dor şaredariyê û hewldana dagirkiriyê yên bi ser destketiyên gelê me de, diloba dawî ya ku êdî ser ve diçe.’’
Wekîlê HDP’ê yê Wanê Lezgîn Botan jî got, ‘’Em civakeke şoreşger in. Em ê serê xwe ji van zextan re netewînin, ê ku ji we bitirse bila wekî we be’’ Lezgîn diyar kir ku ew ê xebatên girseyî bidin destpêkirin.
EDENE
Rêxistina Navçeya Edene Seyhanê ya HDP’ê li ber Parka Înonu daxuyaniyeke çapemeniyê da û girtina Kişanak, Anli, Berdevkê KJA’yê Ayla Akat şermezar kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin ev girtin dijî hiqûqê ne, siyasî ne û gelê Kurd, hêzên aştî û demokrasiyê wê serê xwe ji van zextan re netewînin.
ANTALYA
Rêxistina Bajêr ya Antalyayê ya HDP’ê jî bi daxuyaniyeke çapemeniyê ya li bînahiya bajêr girtina hevserokên şaredariya mezin a Amedê Kişanak û Anlî û gitina Ayla Akat Ata şermezar kirin. Di di civînê de ku bi beşdariya gelek kesan pêk hatibû, Hevserokê Bajêr ê HDP’ê yê Antalyayê Ihsan Negiz got, êdî di polîtîkayên zextê de nema sînoran nas dikin û got li Tirkiyê êdî demokrasî nemaye, AKP, hemû astengiyên li pêş rejîma dîktator ku dixwazin ragihînin, ji holê radikin.
MÊRDÎN
Hevseroka DÎSK Genel Îş’ê yê Şûbeya Mêrdînê Emîne Esen di çalakiyê de axivî û got, ‘’Bila desthilatdar baş bizanibin ku sertewandin hem li dijî têkoşîna me ya çînî û ya gel e jî. Li cem me ku ser were jêkirin jî sertewandin nabe.’’
Hevserokê Şaredariya Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk jî got, ‘’Ji niha û şûn ve jî, li kîjan qadê bixebite bila bixebite, ew ê destekê bidin têkoşîna ji bo azadiyê û demokrasiyê’’
RIHA
Li Rihayê ji bo ku bi qeyûma fiîlî darbe li şaredariyên Pirsûs, Wêranşar, Xelfetî, Bozovayê hatiye kirin, çalakiyeke karberdanê ya ji bo rojekê hate kirin û daxuyaniya çapemeniyê hate dayin. Daxuyanî li bînahiya Rêxistina Navçeya Pirsûsê ya DBP’ê hate dayin.
Di daxuyaniyê de Hevseroka şaredariyê Ayşe Durmuş xwend û got, ‘’Rejîma AKP/Qesrê bi girtina hemû çapemeniya azad hewl dide rûyê xwe yê qirêjî veşêre. Jê weye dema ku hilbijartiyên Kurd bigire wê Kurd xwe bipirnisînin. Lê nizanin ku ev gel û hilbijartiyên vî gelî wê ti caran serê xwe netewînin."