Girtîgehên bi Ewlekariya Bilind -III- Îmrali

Di nava dîrokê de yek ji mînakên balkêş ên girtîgehên giravê yên xwedî ewlekariya bilind, Girava Îmraliyê ye.

Piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 15'ê Sibata 1999'an de bi komployeke navneteweyî re hat revandin û anîn Tirkiyeyê, Îmrali weke sîstemekê ji nû ve hat guhertin. Em kurte dîroka afirandina vê sîstema Îmraliyê lêkolîn bikin.

GIRAVA ÎMRALI

Girava Îmraliyê, piştî girava Marmara ya li Derya Marmarayê, girava herî mezin e. Li ser jîngeh nîne. Girav berê bi ser hêzên deryayê ve girêdayî bû. Ji ber ku niha Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê tê ragirtin, bi navendeke jê re dibêjin navenda krîzê ve hatiye girêdan, ku nayê zanîn ev navend bi kê ve girêdayî ye. Dozger Cemîl Kûyû ku demekê alîkariya serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dikir, têkildarî Girava Îmraliyê wiha digot: "Girava Îmraliyê ya ser bi Bûrsayê, girava Tirkiyeyê ya herî kêm tê naskirin, der heqê wê de qet lêkolîn nehatiye kirin e. Îmrali li başûrrojhilatê Derya Marmarayê ye. Li bakurrojhilatê Kendava Gemlîkê ye, dişibe çakûç. Ji Bozbûrûnê 1.28, ji Karacabeyê 8, ji Mûdanyayê 22 mîl dûr e. Bakurê wê ji tehtên çik, başûrê wê kêmtir dijwar e, bi daristanê girtî ye û tê de ava xwe ya tê vexwarin heye."

Paşeroja giravê gelekî kevn e. Li vê herêma ku di dîrokê de weke Bîtînya dihat binavkirin, ji ber ku bi têkerî kolandinên arkeolojîk nehatiye kirin, ji her alî ve dîroka wê derneketiye holê. Girav di bin kontrola Dor, Aka û Hîtîtan de maye. Beriya Zayînê di sala 74'an de ji aliyê Împaratoriya Roma ve hatiye dagirkirin. Heta dagirkeriya Osmaniyan, di bin kontrola Romayiyan (Bîzansî) de ma. Girav di nava herikîna dîrokê de bû xwedî navên cuda. Navê xwe yê destpêkê Aîgaînon e. Dûre bi navê Besbîcûs û Galîos hati guhertin. Di dema Romayiyan (Bîzansiyan) de navê Kalolîmnos lê hat kirin. Li giravê dêr û keşîşxaneyên ji Xiristiyanan maye, hene.

Di dema Osmaniyan de giraveke Rûm e bi ser navçeya Mûdanyayê ve. Navê giravê ku hingî Kalolîmnos bû, piştî ku hat dagirkirin, navê fermandarê Osmanî yê girav dagir kir Emîr Alî Bey yan jî Emîr Alî yê Cezîre-î lê hat kirin. Ji wê rojê ve kontrola giravê ket destê Tirkan. Beriya yekemîn şerê cîhanê li giravê nifûseke xurt a Rûmên Ortodoks dijiyan. Lê belê di dema şer de gelê giravê neçarî sirgûnê hatin kirin. 

DÊR VEGUHERANDIN GIRTÎGEHÊ

Li girava Îmraliyê, hikumxwar Fahrî hosta, ku bi xwe hostayekî înşaetê ye ji dîwarê hilweşiyayî yê dêrê girtîgeh çêkir. Girtiyên destpêkê yên anîn Îmraliyê, sûcdarên cînayetê yên li girtîgehên bajarên derdorê bûn. Di sala 1999'an de dema girav hat valakirin, hingî 247 girtî lê hebûn. Der barê Girava Îmraliyê de dozger Cemîl Kûyû wiha dibêje: "Piştî pêşxebatên sala 1934'an, di sala 1935'an de girtîgeha Girava Îmraliyê hat çêkirin. Ev girava bi daristana xwe, bi bexçe, heywan û masiyên xwe mîna bihuştê ye, mixabin bi salan weke girtîgeha înfazan û îdaman hat bikaranîn."

DÎROKA SED SALÎ YA GIRAVÊ

Dîroka sed salên dawî ya Girava Îmraliyê bi êş, rondikên çavan, sirgûn û îdaman dagirtî ye. Lewma ev girava mîna parçeyekî bihuştê bû, veguherî dojeheke tarî ya ji îşkence, zilm, zext, endîşe û tirsê. Di roja me ya îro de jî hewl tê dayîn ev dojeh bi gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd re bê jiyîn.

Di nava kesên beriya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anîn Îmraliyê de, Serokwezîrê bi darbeya 1961 hat xistin Adnan Menderes û du wezîrên wî jî hene. Adnan Menderes, Hasan Polatkan û Fatîn Ruştu Zorlû, piştî darizandina li Yassi Ada, anîn Îmraliyê û piştî ragirtina demekê li vir hatin îdamkirin. Ji bilî van, yekî din ê anîn vê giravê kesekî Kurd û xwedî nasnameya mûxalîf Yilmaz Guney e. Wekî din Rifat Ilgaz, Îbrahîm Balaban, wênevanê Rûm Angûlos Safonodîs û bi dehan kesên navdar anîn vê girtîgeha giravê. Ji bo nasnameya kesên li vir hatin ragirtin, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha digot: "Hûn jî dizanin, taybetmendiya Îmraliyê heye. Diyar e kî li vir man e. Ji Bîzansê û vir ve rewş bi vî rengî ye. Mûxalîfên herî payebilind lê hatine ragirtin. Serokwezîr, mirovên delwetê di vir re derbas bûn."

Rifat Ilgaz ji bo vegotina mercên giran ên girtîgehê digot; mirovek zêdeyî du salan nikare lê bijî, yê ku bi rutûbeta giravê ket, careke din nikare li rewşa xwe ya berê vegere.

Piştre statuya girtîgeha li girava Îmraliyê hat guhertin û bû girtîgeha nîv vekirî. Heta sala 1999'an dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, statuya giravê bi vî rengî ye. Li giravê febrîqeyên sabûn û konserve yên girtî lê dihatin xebitandin, hebûn.

REWŞA FÎZÎKÎ YA GIRAVÊ

Rewşa Fîzîkî ya Giravê: Berî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bînin, girtîgeha Îmraliyê hat valakirin, herêm weke herêma qedexe hat îlankirin û li sivîlan hat girtin. Ji bejahî û deryayî ve qedexe ye zêdeyî 5 mîlan mirov xwe nêzî giravê bikin. Girav weke herêma qedexe ya leşkerî hat îlankirin.

Avahiyên din ên li giravê ji nû ve hatin tamîrkirin û leşker lê bi cih bûn. Ji bilî gardiyanan li giravê zêdeyî hezar leşker hene. Tê gotin ku di dema dawî de înşaetên cuda hene û hucreyên nû hatine çêkirin.

Li girava Îmraliyê çend avahî hene. Lê belê girtîgeh bi xwe, avahiyek ji bilî jêzemînê ji 2 qatan pêk tê. Li qatê jor personelên giravê dimînin. Qatê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê de dimîne, ji sê odeyên ji 13 metreçargoşe ya her sê dişibin hev, pêk tê. Girtîgeh bi xwe, ev ode ne. Li yek ji van odeyan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimîne. Odeyek ji bo hevdîtina bi parêzeran û ya din jî ji bo serdana malbatê tê bikaranîn. Deriyên van odeyan mîna deriyên normal ên girtîgehan e. Deriyê derketina hewşê, li odeya hevdîtina bi parêzeran re ye. Derdora hewşê ji ber ku bi plakayên berfireh hatiye girtin, ji bilî ezmanan tiştek nayê dîtin. Ev hewş jî cihekî ji 4x10 metreyî ye.

Ji roja dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û vir ve hem ji aliyê tedbîrên teknîkî yên li ser ewlekariyê, hem jî di tedbîrên din de zêdebûnek heye. Li giravê 24 saetan dîmen tê kişandin. Çûn û hatin bi tundî tê kontrolkirin. Lewma her helwest, her tevger, her gotina li Îmraliyê 24 saetan qeydkirî ye.

Ji ber ku rêjeya nêma li girava Îmraliyê gelekî bilind e, dema ku ev rewş bi mercên giran ên tecrîdê re were nirxandin, hingî tê dîtin ku bandoreke kûr ji aliyê ruhî û fîzîkî ve li mirovan dike. Lewma nirxandina 'mirovek nikare du salan li vir bijî' ya Rifat Ilgaz watedar eç.

Di peymanên navneteweyî de tê nivîsandin; mafê jiyanê pîroz e. Lê belê dema mijar Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan be ev nivîs bêhikum e, ev peyman bi tenê kaxizek ji rêzê ye. Tevî ku vê rewşê cihê xwe di raporên CPT de jî girt, ev yek li ber çavan nehat girtin. Ji ber ku di avakirina vê sîstemê de para van hêzan heye.

SÎSTEMA ÎMRALIYÊ

Di beşên beriya niha me girtîgehên giravê, girtîgehên bi ewlekariya bilind, polîtîkayên li van deran tên meşandin û bandora van polîtîkayan li jiyana mirovan, hinekî vegot. Di vê beşê de jî me ê hewl bidin statuya girtîgeha Îmraliyê ya girtîgeha giravê ya yek kesî ye û sîstema li wê derê binirxînin. Her çend ev sîstem ji her alî ve derneketiye holê jî, li gorî agahiyên li ber dest û pêkanînên hatine kirin, mirov dikarin nirxandinekê bikin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina bi parêzerên xwe re ji bo sîstema Îmraliyê wiha got: "Îmrali sîstemeke ji sê lingan pêk tê. Lingekî xwe DYA, lingekî xwe Ewropa, yê din jî Tirkiye ye. Lingê Tirkiyeyê li gorî xwe xwedî kûrbûneke xweser e."

Hem di dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hem jî di avakirina sîstema Îmraliyê de hêza diyarker DYA û NATO ye. Yek ji lingên vê sîstema Îmraliyê Yekîtiya Ewropa ye. Di pêvajoya komployê de herî kêm bi qasî DYA bi awayekî aktîf cih girt. Lê belê van polîtîkayên xwe berevajî DYA, ne bi şîdetê û tund, bi awayekî zirav û zexel kirin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serlêdana penaberiyê li gelek welatan kir, lê ji ber vê yekê ti ji van welatan bersiveke erênî nedan. Wekî din, Elmanya jî tevî ku biryara girtinê têkildarî Rêberê Gelê Kurd de dabû, bi biryareke siyasî re ev qedexe rakirin. Bi rabûna balafira Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê de bû re, hemû balafirgehên welatên Ewropayê hatin girtin û destûra daketinê nehat dayîn. Pêwendiya van hemûyan bi rola Yekîtiya Ewropayê di komployê de heye. Ji xwe di dawiya dawî de ji Kenyayê jê re gotin 'Hûn ê biçin welatekî Ewropayê'. Rasthatine yan na nayê zanîn, lê belê ji Napolyon re jî gotibûn 'Tu diçe Îngilîstanê', bi vî rengî li keştiyê siwar kirin û berê keştiyê dan girava St. Hellenê.

Yekîtiya Ewropa ya ewçend di nava komployê de ye, nabe ku li derveyî sîstema Îmraliyê be. Yekîtiya Ewropa, polîtîkayên xwe yên li ser Îmraliyê bi rêya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê dimeşîne. Der barê vê de Ocalan wiha diaxive: "Dema li Girtîgeha Îmraliyê hatim ragirtin, kesê ku berê her kesî ez pêşwazî kir, nûnereke di asta serokatiyê ya Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê bû. Gotina ewilî ya ji min re got; 'Tu yê li vê girtîgehê bimîne û em ê jî di ser Konseya Ewropayê re kontrol bikin û hewl didin hin çareseriyan biafirînin.'"

Lingê sêyemîn ê sîstema Îmraliyê Tirkiye ye. Tirkiye dibe ku hêza herî kêm bi bandor e di avakirina sîstema Îmraliyê de. Hêzên navneteweyî rola bicihanînê dane Tirkiyeyê. Yanî rola gardiyantî û nobedarî ye.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtineke din a bi parêzeran re li ser sîstema Îmraliyê wiha diaxive: "Ez ê ji we re qala sîstema Îmraliyê bikim. Îmrali di çarçoveya sîstemekê de dixebite. Sîstemeke aliyên xwe yên xweser hene. Ji ber ku hûn vê sîstemê bi temamî nikarin analîz bikin, nikarin helwesteke li gorî wê nîşan bidin. Diviyabû heta niha we sîstema li vê derê fêm bikira. Lê hûn kêm man. Ne rewşeke îşkence û şer a timî, ne jî rewşeke diyalogê ya ji bo aştiyê heye. Rewşeke cudatir heye. Li vir sîstemeke sê alî heye, DYA, Ewropa û Tirkiye. Diviyabû bandora DYA bihata zanîn. Dema rojên destpêkê ez hatim Îmraliyê, doktorê ez ewilî mûayene kir bi Îngilîzî diaxivî. Dibe ku DYA'yî be. Li cem wî yekî din hebû, ew jî dibe ku Îsraîlî be. Kontrola destpêkê ya tenduristiyê kir û mesaja 'me bi sax û selametî teslîmî we kir' da. Aliyekî sîstema vê derê digihêje CIA.

Di teslîmkirina min de ti rola Tirkiyeyê nîne. Hûn dizanin Navenda Krîzê ya ser bi Serokwezaretiyê heye. Ya ku sîstema li vir koordîne dike. Hînê jî bi bandor e. Nûnerên Jenderme, Serokatiya Fermandariya Giştî, Wezareta Karên Hundir, dibe ku MÎT jî hebe. Komîsyonek ji van pêk tê. Ev omîsyon di asta herî bilind de sîstema li vir koordîne dike. Lewma ti bandora midûr, personelên li vir wezîfedar nîne. Çi ji wan re tê gotin, wê dikin. Ev komîsyon rewşê rojane dinirxîne û li ser biryarê dide.

Li vê derê sîstemeke kamera heye 24 saetan dixebite. Liv û tevgera min kontrol dike. Dema nîvê şevê radibim diçim lavabo jî, kamerayek yekser min dikişîne. Bi awayekî gelekî tund têm kontrolkirin. Tevî vê yekê, di her deqe, her kêliyê de personelek tê min kontrol dike. Ya girîng ew e hûn sîstema li vê derê fêm bike."

Hêzê bingehîn a sîstema Îmraliyê li Tirkiyeyê dimeşîne Desteya Ewlekariya Milî (MGK) ye. Her çend navenda krîzê ji aliyê dîmen ve bi Serokwezaretiyê ve girêdayî xuya dike jî, di rastiyê de bi MGK'ê ve girêdayî ye. Rêveberiya wê û pêkanînên wê li Desteya Ewlekariya Milî ve tên plankirin. Ji xwe kesê ji pêkanînên sîstema Îmraliyê berpirsyar endamê MGK'ê ye. Ev rewş ji xwe di çapemeniyê de jî derketibû. Di vegotina hin generalên teqawîtbûyî de jî dihat gotin ku sîstema Îmraliyê yekser bi MGK'ê ve girêdayî ye.

Li gorî qanûnan, girtîgehên li Tirkiyeyê bi Wezareta Edaletê ve girêdayî ne. Lê belê di rastiya Îmraliyê de ti bandor û erka Wezareta Edaletê nîne. Girtîgeha Îmraliyê, li derveyî erka Wezareta Edaletê û hikûmetê, bi rêbazeke li dijî hiqûqê re ji aliyê navenda krîzê ya Sekreteriya Giştî ya MGK'ê ve tê birêvebirin. Statuyeke qanûnî hiqûqî ya giravê nîne. Rêveberiyên krîzê di demên awarte, erdhej, afetên xwezayî hwd. de derdikevin holê. Di rewşeke bi vî rengî de jî biryara navenda krîzê ji aliyê desteya wezîran ve tê wergirtin. Di vê rewşê de jî rewşa krîzê herî zêde şeş mehan dewam dike. Ev yek di destûra bingehîn a Tirk de heye. Lê belê girava Îmraliyê herêma krîzê ye û nayê zanîn ev rewş wê heta kengî dewam bike. Û biryara li ser vê rewşa krîzê ne ji aliyê desteya wezîrana ve hatiye wergirtin, ji aliyê Sekreteriya Giştî ya MGK'ê yanî ji aliyê dewleta kûr ve hatiye girtin. Lewma navenda krîzê ya ji Îmraliyê berpirsyar e, ti sparteyeke xwe ya qanûnî û hiqûqî nîne.

Weke encam; sîstema Îmraliyê sîstemeke navneteweyî ye. Civaknas ji vê re dibêjin sîstema cîhanê. Heta ku ev sîstem neyê fêmkirin, rastiya Îmraliyê jî nayê fêmkirin.

Sîstema Îmraliyê ji aliyê hêzên şensê jiyanê nade Kurdên azad ve, hatiye afirandin. Di avakirina vê sîstemê de, kêm an jî zêde para hemû dewletên bi herêma Rojhilata Navîn re mijûl dibin û bi Tirkiyeyê re xwedî têkilî ne, hene. Lê belê afirînerê sereke yê vê sîstemê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ye. Heman tişt ji bo Ewropa, Rûsya û welatên din jî derbas dibe. Hemû hêzên dixwazin Tirkiyeyê li Rojhilata Navîn bi kar bînin, di vir de bi bandor in.

Têkoşîna li hemberî sîstema Îmraliyê, têkoşîna li dijî sîstema navneteweyî ye. Dibe ku di tevahiya dîrokê de cara yekmîn zemînek derketiye holê ku Kurd, Tirk, hêzên li derveyî sîstemê man e yên ji vê sîstemê zerar dîtine, li ser li hev civiyane. Lewma her kesên ji vê sîstemê aciz in, mîna ku Misilman berê xwe didin Qiblê, divê berê xwe bidin Îmraliyê.

Ji bo Kurdan rizgariya ji koledariyê û rêya jiyana azad û serbixwe, bi yekbûyîna bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dibe. Gotina 'Kurdê azad, Kurdê Apo ye' vegotina vê rastiyê ye. Ji ber vê yekê divê Qibla Kurdan Îmrali be.

Jiyana serbixwe, azad û demokratîk a gelê Tirk jî bi pêşîgirtina li destwerdanên hêzên derve re dibe. Wasîyeta Denîzan, Mahîran, jiyaneke serbixwe û demokratîk a gelê Tirk e. Ev wasiyet di heman demê de daxwaza gelê Tirk ê bindest e. Yê herî zêde vê dixwaze û di vê mijarê de têdikoşe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Sîstema Îmraliyê ji bo bêdengkirina Kurdan, Tirkan û hemû mirovên li derveyî sîstemê maye, hatiye avakirin. Şikandina vê sîstemê bi bilindkirina têkoşîna li dora paradîgmaya azadîparêziya jinê, ekolojîk û demokratîk a Kurdan, Tirkan û hemû mirovên li derveyî sîstemê mane, bi avakirina sîstemek aştiyane, demokratî û wekhev dibe.