Girtî di wesayitên rîngê de jî tên tecrîdkirin
Tecrîda ku li hucreyên girtîgehên tîpa F li ser girtiyan tê ferzkirin, di wesayitên rîngê de jî tê kirin.
Tecrîda ku li hucreyên girtîgehên tîpa F li ser girtiyan tê ferzkirin, di wesayitên rîngê de jî tê kirin.
Li girtîgehên Tirkiyeyê ku tecrîd êşkence û binpêkirina mafên mirovan bê navber dewam dikin. Girtiya siyasî Ozlem Taşdemîr ji Girtîgeha Hejmara 1'ê ya Tîpa F a Kandirayê nameyek şand û diyar kir, ku di wesayitên rîngê de hewl didin girtiyan bixin hucreyên yek kesî û girtiyên li ber vê radibin, sewqî dadgeh û nexweşxaneyan nayên kirin.
Taşdemîr diyar kir, ku hucreyên li nava rîngê bê hewa ne û ji aliyê tenduristiyê ve nebaş in û destnîşan kir, ku ji ber cih gelekî teng e, ew nikarin xwe ji ser kursiyê bilivînin, lewma eger qezayek rû bide kes sax nafilite.
Taşdemîr bal kişand ser saxkirina wan ku veguheriye êşkenceyê û wiha dewam kir: "Piştî ku me ji hucreyan derdixînin, ji xwe du caran me sax dikin. Di cîhaza X ray de derbas dikin û bi dedektorê li ser me digerin. Mîna ku ev têra wan nake, li me ferz dikin ku leşker jî lêgerînêb kirin. Ji ber ku em vê kêfiyetê qebul nakin, me nabin dadgehê û nexweşxaneyê. Derya Taşkiran ji ber ku lêgerîna ji aliyê leşkeran ve tê kirin qebûl nekir, ew nebirin girtîgeha li Kocaeliyê. Her wiha Gonul Bozkûrt jî ji ber heman sedemê nehat tedawîkirin." Taşdemîr anî ziman ku li dijî van pêkanînan wan gilîname şandine, lê bersiv ji wan re nehatiye dayin.
Taşdemîr diyar kir, ku kincên malbatên wan ji wan re tînin jî piştî demeke dirêj didin wan û got, kincên ku malbata girtî Zeynep Gonca Karakoç jê re şandî, ji ber nivîseke biçûk a markayekê, nedan wê.
Taşdemîr wekî din anî ziman, ku nameyên ew ji hevalên xwe yan jî xizmên xwe re dişînin yan sewqî desteya dîsîplînê tên kirin yan jî tên çirandin û îmhakirin. Taşdemîr destnîşan kir, ku girtiyên li ber vê radibin jî cezayê derneketina hevdîtinê li wan tê birîn.