'Girtî di hevdîtinên bi Ocalan re pêvajoyê diaxivin'
'Girtî di hevdîtinên bi Ocalan re pêvajoyê diaxivin'
'Girtî di hevdîtinên bi Ocalan re pêvajoyê diaxivin'
Birayê girtiyê Girtîgeha Îmraliyê Hakki Alphan Zulfu Alphan, piştî bi birayê xwe re hevdîtin kir diyar kir ku, di hevdîtina duh de birayê wî li gorî berê bêhtir bi moral bû û wiha got: "Moralê wî ji ber pêvajoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin baş bû. Girtiyên din jî hefteyê 3 rojan her rojê saetekê bi Ocalan re nîqaşê dikin.
Duh birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, xizmên girtiyên bi navê Cumalî Karsu û Hakki Alphan ji bo hevdîtinê çûn Girava Îmraliyê. Malbatan piştî hevdîtin pêk anîn ji Îmraliyê vegeriyan Gemlîkê. Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan herî dawî di 12’ê Hezîranê de çûbû Îmraliyê. Birayê Hakki Alphan Zulfu Alphan piştî duh li gel birayê xwe hevdîtin pêk anî û şûnde diyar kir ku, demek dirêj e bi birayê xwe re hevdîtin pêk neanîbû û wiha got: "Ji ber ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoya nû ya çareseriya demokratîk daye destpêkirin moralê birayê min baş bû. Girtiyên din hefteyê 3 rojan her rojê saetekê bi Ocalan re hevdîtin pêk tînin û li ser pêvajoyê nîqaşê dimeşînin. Rewşa birayê min ji ya berê baştir bû. Rewşa wî ya derûnî ji baş bû. Li gorî geşedanên pêvajoyê moralê wî baş bû. Der barê geşedanên rojevê û pêşketinên rojevê pirs ji min pirsîn. Min jî bersiv dan. Birayê min got; 4 girtiyên li Îmraliyê dimînin hefteyê 3 rojan bi Ocalan re hevdîtin dikin û her rojê saetekê hevdîtin dikin."
Alphan da zanîn ku di hevdîtinan de bêhtir li ser geşedanên pêvajoyê nîqaşan dimeşînin. Li ser çareseriya pirsgirêka Kurd lê hûr dibin û nîqaşan dimeşînin. Alphan xwest êdî birîna gelê Kurd bê dermankirin û ev xwîn bes biherike.