'Girtî bi derengî tên dermankirin'

Serokê Şaxê Edeneyê yê ÎHD'ê Îlhan Ongor diyar kir, ew bi girtiyên li girtîgehên Çûkûrovayê re hevdîtinan dikin û got, tedawiya girtiyên ji greva birçîbûnê derketine bi derengî tê kirin.

Grevên birçîbûnê û rojiya mirinê li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 26'ê Gulanê bi dawî bûn. Tevî ku çend roj di ser re derbas bûne jî li gelek girtîgehan bi taybetî li girtîgehên li herêma Çûkûrovayê berxwedêr ji bo nexweşxaneyan nehatine veguhastin. Serokê Şaxê Edeneyê yê ÎHD'ê Îlhan Ongor li ser mijarê axivî û diyar kir ku wê pêvajoyê bişopînin.

'LI NEXWEŞXANE Û GIRTÎGEHAN AMADEKARÎ NEHATINE KIRIN'

Ongor diyar kir, piştî bidawîbûna grevên birçîbûnê wan 'Maseya Krîzê ya Lezgîn' ava kirin û got, "ÎHD, parêzerên HHB û doktorên TTB'ê li maseya krîzê rê û rêbazên ji niha û pê ve divê bên kirin diyar kirin û dest bi kar kirin. Lê belê di nava du rojan de ne li Wezareta Tenduristiyê, ne li nexweşxaneyan, ne jî li girtîgehan amadekariyek ji bo pêvajoya piştî bidawîbûna grevên birçîbûnê nehate kirin.

Agahiyên gelek rêveberên girtîgehan ji karê divê piştî greva birçîbûnê bê kirin nîne. Hin midûrên girtîgehan jî ji me hîn bûn ku grevên birçîbûnê bi dawî bûne. Ji ber vê rewşa neamade, pêvajoya tedawîkirinê bi derengî dest pê kir."

'HÊVIYA ME JI PÊVAJOYÊ HEYE'

Ongor bal kişand ser daxuyaniya Ocalan û diyar kir ku divê baş bê fêhmkirin. Ongor destnîşan kir, ji bo aştî û aramî li Tirkiye û Rojhilata Navîn pêk were, divê daxuyaniyên bi vî rengî hîn bêhtir bên dîtin. Ongor anî ziman, hêviya wî ji pêvajoyê heye û got, divê civak û siyasetmedar pêvajoyê ji niha û pê ve bişopînin. Ongor diyar kir, "Em parêzvanên mafên mirovan e. Bêguman yekane daxwaza me ew e ku jiyan bi rengekî aştiyane û wekhev be. Em hêvî dikin ku di pêvajoya bê de şer bi dawî bibe. Pêşî li siyaseta demokratîk bê vekirin."